Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
hozan sefkan

hozan sefkan

1. Hozan Sefkan an Şehîd Sefkan -bêtir wek şehîd sefkan tê nas kirin-. bi navê xwe yê fermî Celal Ercan, (z. 1960, Dersim - m. 16'ê nîsanê 1985'an, çiyayên Qendîlê), hunermend û şehîdeke tevgera azadiya gelê kurd e.

hozan Sefkan di sala 1960'an de li gundê Laleşoxa ya Çemişgezek'ê (Dêrsim) hate dinê. Piştî ku li Elezîzê dibistana xwe ya navendê û ya lîseyê diqedîne, ew di sala 1978'an de xwe qeydî enstîtûya perwerdehiyê ya amedê dike. Di salên xwe yên ku li Amedê derbas dike dikeve nava tevgera azadiya kurdan û li dibistan û komeleyan xebat dike.

Piştî demekê tevlî PKK'ê dibe û digel çend şoreşgerên din ji Amedê derbasî Libnan û Filistînê dibe. Piştî perwerdeya leşkerî dîsa vedigere Kurdistanê û xwe li herêma Dersimê bi cih dike. Li wir dibe berpirsyarê mezrayê û di vê çarçovê de him karên leşkerî him jî yên rêxistinê dike. ew di dema darbeya leşkerî 12'ê îlonê de, di nava tengasiyên gelek dijwar de karên hêja kiribûn.

hozan Sefkan di sala 1982'an de digel Şehîd mizgîn derbasî Swîsrê'yê dibe û ew li wir yekemîn komeleya çand û hunerê ya Ewropê ya bi navê huner kom'ê ava dikin. Di heman demê de ew koma muzîkê ya bi navê koma berxwedan avadikin, ya ku di muzîka kurdî de yek ji komên herî girîng ên tevgera azadiya kurdan e.

Hozan Sefkan yê ku heta sala 1984'an li Ewropa dimîne, di havîna wê salê de biryar dide ku ji nû ve vegere welêt. Gava digihêje welêt, ew derbasî çiyayên Qendîlê dibe û dîsa dest bi şer dike.

Hozan Sefkan di 16'ê nîsana 1985'an de digel 7 rêhevalên din dikevin xefkekî partiya komunîst a iraqê û jiyana xwe ji dest dide.

bo min strana wî ya herî xweş dengê zerdeşt e:



li spotify albûmek wî heye bi navê kandil dağı: Here lînkê

çend stranên wî yên din: savaş esirleri, ha gerilla, çûka serê darê, kürdün gelini, dayê menal, kan gülleri, her bijî partîya me...

çavkanî: wîkîpedîya
sererastkirin: ez, ez. xwelîserê we. *



10.05.2021 17:15 ~17:20 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» hozan siyabend

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî