8. hypatia Fîlozof û zanyareke ku di navbera salên (370-415) de, li Skenderiyayê jiyaye. Wekî jineke bedew û berçav bû; nezewiciye û temenê xwe ji bo xwendin û lêkolînê pêşkêş kiriye. Bi felsefe û bîrkariyê re mijûl bûye. Ew keça fîlozof, bîrkarîzan û stêrnasê navdar, Theon (Siyon)ê Skenderayî bû. Theon Skenderayî bi perwerdeya keça xwe mijûl bûye. Heypatiya, piştî ku, perwerdeya xwe ya bingehîn, li Atînayê bi dawî kiriye, vegeriyaye Skenderiyayê û li wir dibistanekê vekiriye û li wir rêveberiya pirtûkxaneya Skenderiyayê kiriye. Di dibistanê de jî waneyên felsefe, bîrkarî û stêrnasiyê daye. |
|
12.05.2021 19:13 ~2021.05.20 15:11 |
yûsiv
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |