2. mîkrobloga ku li ser bênavendîtî û federatîfiyê avabûye. meqseda hebûna wan şikênandina midaheleyên mezin ên şîrketên bazirganiyê ye, bi xisûsî ya twitterê. îro herkes dizane -bi saya pirsgirêka whatsappê-, xwediyên sepan û malperên mezin yanî şîrketên bazirganiyê bi agahiyên mezin ên ku bi darê zorê yan jî bi daxwazî ji bikarhênerên xwe hev didin, desthilardarî li ser mehremiyetên wan/bikarhêneran/mirovan dikin. hemû agahî li navendekê tên parastin û xebitandin. ev jî minaqeşeya pênase û naverokên azadiyê û ehlaqê vedike. mastodon pûta navendiyê dişikênîne û azadiya temsîlê dide bikarhêneran. kî bixwaze ew dikare client/rajegir*ên xwe ava bike ku rajegirên medyayên mezin ên civakî hemû milk in, xwediyên wan hene û girtî ne. bi saya xizmetên mastodonê bikarhêner dikare tevlî rajegirên azad bibe ya/yên ku ew dixwaze. ev azadiya hilbijartina polîtîka û rêzikan jî dide bikarhêneran; her rajegir xwediyên polîtîka û rêzikên xwe ne. lê bikarhêner li kîjan rajegirê qeydkirî be, ferq nake, dikare bikarhênerên rajegirên din bişopîne, bi wan re têkeve têkiliyê û derûdora xwe berfireh bike. federatîfî di vê noqteyê de giringiya xwe tîne pêşiya mirovan. |
|
18.05.2021 12:01 ~12:01 |
biruya hayao miyazaki
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |