Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
hermes

hermes

3. Navê Hermes, ew navê ku nivîskarên yûnanistanî, li xwedayê misirî Thût (Thoth) kiriye. Wekî terzîyekî Misirî tê zanîn. Ew di nivîsên Misirî de, weke Thûtî derbas dibe û ew xwedayê zanînê ye. Di jiyana hizirî û piratîkî ya Misirê de, Thût weke dahênerê nivîsê, destpêkkarê bîrkariyê, hosteyê gotinên efsûnî, afrînerê axaftinên çalakiyên xwedayî û weke afrînerê gerdûnê tê dîtin. Yekem mirovê ku bi pênûsê nivîsandiye û cil dirûtine. Rêgezên bingehîn ên felsefe û ola hermetîkê çi ne? Li gorî tewriya hermetîk a gerdûnî, li jora gerdûnê û di qata ezman de, xwedayek mezin heye; ne bi çavan tê dîtin û ne bi aqil tê têgihiştin. Gerdûn bi giştî di bin kontrola wî de ye û di ser ezman û stêrkan re ye. Her wiha cîhana heyberî û her tiştî di nava xwe de digire. Mirov afirandiye û ev xweda bi aqil û zanînê tê naskirin. Hermetîkê, mirov dabeşî heft beşan kiriye û her beşek bi taybetiyên xwe, girêdayî remildankeke felekî ye. Mirov, ji laşekî heyberî û giyanekî paqij ku aqil jê der tê pêk tê. Ew her tim di nava nakokiyan de, bi daxwazên xwe re dijî, ew jî ji ber hebûna laş e. Ji bo dawîlêanîna van nakokiyan, Hermes, aqilê giştî xist navbera xweda û mirov, da ku rêya rast, bipejirîne. Di tewriya Hermetîkê de, mirov hebûneke ji heft astan, pêk tê:

1- Tenduristî 2- Hêza jiyanî 3- Hêza dil 4- Giyanê lawir 5- Giyanê pîroz 6- Giyanê Aqil 7- Giyanê xwedayî

Mirov çawa digihêje rastiyê? Ji bo rêwiyên Hermetîkê, armanca dawî gihiştina rastiyê ye. Ji
bo vê yekê jî perwerdeyek bi sê qonaxan pêk tê.
1- Perwerdekirina laş.
2- perwerdekirina giyanê lawirî.
3- Perwerdekirina giyanê mirovî.
Mirov, tenê piştî perwerdeya giyanê mirovî, dikare hêza gerdûnê ya ku nayê dîtin, baş nas bike û tê bigihêje û sûdê jê werbigire. Bi vê yekê, dikare derûniya xwe, kontirol bike û
bigihêje azadiya xwedayî.

Em dikarin bi hin rêgezan, hizira Heremetîkê, di heyîn û gerdûnê de, bidin diyarkirin:
Li gorî Hermetîkê, tenê bi aqil, mirov digihêje rastiyê û di nava hemû diyardeyan de, têkiliyek heye û ji hev nayên cudakirin. Hemû tişt di gerdûnê de, di nava liv û tevgerê de ne. Di navbera her tiştî de, hevsengiyek heye. Her wiha ji her sedemekê re encamek heye û ji her encamekê re jî sedemek heye. Ji her tiştî du zayend hene; ew jî nêr û mê ne û di her tiştî de dijberî jî heye. Bi giştî hizira felsefeyî li Misira kevin, di van xalan de diyar dibe:
1- Hizir: Bingeha hebûnê ye û xweda ew afirandiye.
2- Sinc: Misiriyan, cudahî xistiye navbera karê baş û nebaş. Bi karê baş, mirov bi ser dikeve û bi yê ne baş jî tê sizakirin.
3- Giyan namire: Di nerîna Mesriyan de, giyan namire û bi mirinê, dawî li laş tê. Misiriyan bawer dikirin ku dê careke din, giyan li laş vegere, ji ber vê yekê, dest bi mûmyakirina laşê mirovê mirî, kirin; da ku xerab nebe û piramîd ava kirine.

ji FELSEFE AMADEYÎ 2



20.05.2021 14:57 ~14:58 | sitî cp

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» hermes

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî