Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


11 mijar û 20 peyam
gogol

gogol

4. Nivîskarekî mezin e. Hemî nivîskarên rûsî yên modern bivênevê di bin bandora wî de mane û em di berhemên Dostoyevskî û Tolstoy de jî vê bandorê peyda dikin. Wek li jor jî hatiye gotin ji Pûşkîn, gogol heta Dostoyevskî, turgenyev, Tolstoy, gonçarov; têkiliyeke edebî, sosyal, çandî wesayre pirr zelal û beloq eşkere dibe. Lê hingê ti têkiliya şivanê kurmancan bi edebîyata modern a kurdî nîn e. Yanî nivîskarekî bi navê erebê Şemo nehatibûya dinyê jî di edebîyata me de ti guherînek dê nebûya.
Lê em karin bêjin edebîyata kurdî ya modern ya bakurê Kurdistanê ji hawara Celadet Bedirxan olan daye. Ne ji Hawarê bûya îroj edebîyata Bakûr ne di vê pozîsyonê de bûya helbet.

Îcar em bên li ser meseleya gogolî. Bi navê giyanên mirî romaneke mezin ya gogolî heye ku ji qaputa wî jî navdartir û girîngtir e. Hemî romanên rûsî yên li dû giyanên mirî hatine nivîsîn ji di siya vê romanê de bêhna xwe vedane, qenebî taseke av jê vexwarine.
Giyanên mirî romaneke nîvcomayî ye. Gogolî dema Tevn û tora romanê di hişê xwe de saz dike, wek sê kitêb dihûne. Cilda yekem dinivîse, xelas dike. lê dema ku cilda duyem dinivîse nexweş dikeve û sê çar sal tedawî dibîne. Ligel nexweşiyeke psîkolojîk ya bi navê manîk depresîf psikos cîlda duyem jî dinivîse lê rojekî di dema nobetekê de hemî destnivîsên cîlda duyem ên kitêb diavêje êgir lê çend kesên vir de û wir de destnivîsên kitêb ji êgir derdixînin û piştî wefata gogolî cîlda duyem jî diweşînin. Feqet ji ber temamnekirin û şewatê cîlda duyem hem kêm e hem jî gelek beşên kitêb nîvco ne. Jixwe emrê camêr têrî cîlda sêyem jî nake.
Axirî em ji ber manîf depresîf psîkosê ji berhemeke muhteşem bêpar mane. Lê tevî hemî kêmasiyan jî gogolî bi vê romanê portreyeke xweşik ya rewşa sosyo-politik ya civat û burokrasîya Rûsyayê xêz kiriye.

Hîngê bandora gogolî ya li ser edebîyata rûsî li kû, ya erebê Şemo li kû? Yanî tir li kû das li kû?



21.05.2021 12:08 ~12:13 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» gogol

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî