1. bi kêmanî an jî bi kêmasî an jî tenê kêmanî û kêmasî, bi îngilîzî "at least", bi tirkî du beramberên wê hene "en azından" û "en az". peyva îngilîzî jî bi van her du wateyan tê. gelek kes dibêjin qey "bi kêmanî" hew ji bo "en azından"ê bi kar tê û ji bo "en az"ê dibêjin "herî kêm". eve çiqas dirust e nizanim lê bêna (bnr: bi tirkî fikirîn û bi kurdî gotin)ê jê difûre. herwa nizanim çima lê berê min digot qey eve peyveka çêkirî ye. lê dûre min di helbesteka kamûran alî bedirxanî de dît û ji zelamekî ji serê kaniyê bihîst û ti gumana min nema. |
|
11.07.2021 14:08 ~14:10 |
keyomerd
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |