Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 15 peyam
    zepkirina kevokan

    zepkirina kevokan

    1. Ev îro 5-6 meh cotek kevok xwe avêtîye şaneşîna me û her car 2 hêka çêdikin û berî çêçikên wan bikevin firê, cotek hekê din datînin. (bnr: ajalên jêhatî)
    Lê hevalno, pirsgirêk ne ewe ku ez dixwazim berdim van çuka, li ser her 2 çavên min in,kêfa min gelek ji wan re tê.
    Lê ev îro 2-3 roj, kevoka nêr nigê xwe dikişand heta zikê xwe min fêhm kir ku hewala wî heye. Dûra min xiyala xwe avêt ser û min dît zir lepek por/mû gerîyaye nigê wî û nig werimîye. Dixwazim wî ji wan mûya xelas bikim lê her ku diçim nêzî wî bi min dihese û difire.
    Hevalno, derdora me tije pisîk û kûçik in. Her ku ev çûkê reben diçe nêçîrê ji bo çêçikan ziravê min diqete, tirisim ku bibe firavîna heywanetekî. Ditirsim ku çêçikên wî sêwî bimînin.Ji xwe dîya çêçika hêkên nuh danîye û nikari bi çêçikê xwe xwedî bike. Ji ber vê min xwe avêt hawara we. Ger şîretek, rêyek hebe ji min re bêjin ez vî çûkî zep bikim û ji derdê wî xelas bikim.
    (bnr: bela çêçik sêwî nemînin!)
    (bnr: Çi guneh in,law!)



    2021.07.22-15:34 ~15:44]| pîroz

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    kûsî jî dikarin bifirin [10]
    Li gorî çîrokeke kevin, Kusîyek ku li tenişta golê dijî her dem li çûk...
    pasaporta bordo [1]
    Xwendekarên emrê wan li binê bîst û pênc saliye kare tenê bihayê defte...
    troll [2]
    nava kesêa ku ji hêrs kirin an şaş kirina mirovan hez dike ye. le kesê...
    îtîrafên tirşikvanan [1]
    Dema dibînim kurdên me yên welatparêz pişt didin yekitiya gelê Aryan...
    ahmet kaya [11]
    dema navê Ahmet Kaya dibihîsim tenê ev serpêhatiya min tê bîra min. ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » zepkirina kevokan

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî