Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
blazor

blazor

1. frameworkeke nivîsbariya malperan e. Ji aliyê microsoftê hatiye amadekirin û bingeha wê .net framework e. yanî mirov dikare bi c#, f# an jî visual basicê malperan saz bike. Bi vê bernameyê sazkirina malperan gelekî hêsan e. Bi saya componentan rê li ber dubarekirina kodan tê girtin û herwiha bi saya signalrê, -bisekinin û şoq nebin- êdî mirov ji javascriptê xelas dibe. Erê we şaş nebihîst, hewce nake ku mirov javascriptê bi kar bîne! Bêyî wê jî mirov dikare sepanên yek-rûpel çêke. lê tabî ev nayê wê wateyê ku mirov nikare javascriptê bi kar bîne. heta ji bo hin pêdivîyan javascript şert e ji ber ku di c#ê de hîn her tişt nehatiye amadekirin.

Ji bo metoda xebitîna malperê du vebijêrkên blazorê hene: (bnr: blazor server side) û (bnr: blazor webassembly)

Blazor server side weke malperên normal dixebite. yanî tu rûpelekê vedikî û ew rûpel ji serverê tê xwestin û nîşanî mirov dibe.
Blazor webassembly an jî kurteya wê blazor wasm tiştekî nû ye. Ji malperên normal gelekî cudatir dixebite. Dema tu malperê vedikî, hemû kodên malperê di carekê de tên daxistin û dema tu di hindûrê malperê de biçî rûpeleke din, hewce nake ku ew rûpel dîsa ji serverê bê xwestin, ji ber ku kodên malperê berê hatibûn daxistin. Tabî ku mirov bixwaze ji danegehê tiştekî bîne an jî pelekê ji serverê bixwîne, divê dîsa girêdanek bi serverê de bê afirandin. Bi kurt û kurmancî tu malperê weke programekê sermasê bi kar tînî. Mezintirîn dezavantaja vê ew e ku malper di cara ewil de derengtir vedibe, (ji ber daxistina hemû kodan) lê piştî wê gelekî bilez e.

Min got du vebijêrk hene lê tenê di dema afirandina projeyê mirov yekê hildibijêre. piştî wê eynî kodan dinivîse. yanî mirov dikare paşê bi eynî kodan derbasî ya din bibe.

ji ber ku blazor bi .net5 an jî .net coreê tê dixebite. mirov dikare vê projeyê li ser serverên linuxê jî saz bike. yanî êdî miroc ne girêdayî serverên windowsê ye. li ser her serverê dixebite. ev jî bi saya (vbnr:mono)yê ye.



07.08.2021 17:23 | mergehez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» blazor wasm

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî