Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
silav çîyayê kurmênc

silav çîyayê kurmênc

1. Helbesta kê ye nizanim lê mamoste Sefqan gelekî xweş distire pey re strana anê ji herêma efrînê dibêje. Gelekî kêfa min jê re dihat min got bela xelkê tirşika me jî jê kêm nebînin...

Silav çîyayên Kurmênc, zeytûnê li ser daran
Silav xwîna şehîdan, rîya lat û zinaran
Efrîn bûka Kurdistan, kilê çavê meydanan
Efrîn bûka Kurdistan, tîra çavê neyaran
Efrîn em ê vegerin, xema nexwe tu caran...


Pey re mamoste stranek ji filklora Efrînê "anê" dibêje, siheta wî bi xweş dihelîne....

Anê min pê de, dayê min pê de
Anê min pê de bi qametê,dilkê min pê de
Bistîn hezarî, pensedî zêde; qelen hezar e, pensedî zêde
Bû a pênsedî, tu bi hinê pê de
biskên xwe bide lê dayê, gulîyên xwe bide...


Îca dê dibêje:
Qîzam şivan e, keçam şivan e
Qîzam şivan e rinda min, keçam şivan e
Keçam şivan e, li çol û beyaran
Di ser wî de tim dibare berf û baran e...
Te nadim wane rinda min, te nadim wane qîza min
Te nadim wan e.


Îca keçik dibêje:
Dayê şivan e, zanim şivan e
Dayê şivan e, tê xûyaye
Ez şivên nadim axa û begane.
Ez şivên nadim lo bavo beg û axane.
Dayê şivan e lê dayê zanim şivane, lo bavo zanim şivan e.

Bav dibêje:
Qîzam şivan e, qelen giran e rinda min
Qelen giran e, cotê hespan e
Kerîyê mîha ne, komê zêran e qîza min
Qelen giran e, rinda min
Te nadim wan e, te nadim wane
Tu wek horî ye qîza min, tu bi xwe nizane...
Tu bixwe horî ye, ru bi xwe nizane,
Ez te nadim wane rinda min, te nadim wane
..

Îca keçik dibêje (çare nema) :
Bavo şivan e, zanim şivan e lo bavo, zanim şivan e!
Bi carekê dil ketîye tune imkan e
Lingê spî ne, lo bavo yaqî gora ne.
Li Ba we şivan e, li ba min siltan e
lo bavo li ba min siltan e.








14.08.2021 11:05 ~11:47 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» silav çîyayê kurmênc
» çîyayê dêra
» kurmênc

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî