Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
bijîşk

bijîşk

22. Ne gişt lê gelemperî xwediyê egoyek mezin in. Yanê ewqas ku nikarin teqlîda dilnizmiyek çêkirî jî bikin. Bi xêra wan elimîm ku ne koletî ne jî sazûmaniya çînî ji holê rabûye. Û ev zanîna di mejiyê me de jî çêkirine. Ewqas ku niha dema li hember min bijîşkek hebe ez hema yekser xwe didim ser hev huş dibim û mijarên ku mîna navê xwe zanim tê de xeletin jî qet deng nakim. Ji ber ku çend caran ketim nîqaşê lê ew jî ewqas pê bawer in ku tu dibê qey gotinên ji devê wan derdikeve ji hooorta kitêbê derketiye, qet wê rastiya tu bi dev dikî qebûl nakin. Êdî li ber çavên min wer reş bûye ji min re mîna mirovên ne ji min an jî mirovên astên jor tên. Yanê em karin bi kesekê/î re suhbetek xweşik li dar xin lê heta bêje ez bijîşk im. Dibe ku ji ber kar û pîşeyê min niha ez wisa difikirim lê nexweş jî wisa ne. Li ser me hemşîreyan zimanê wan dirêje. Û di mêjiyê wan de jî em mîna koleyane. Lê dema bijîşkek tê hember wan dev ji zimandirêjiya berdin nikarin gilî û gazincên xwe vebêjin. Fedî dikin li wecê bijîşk binêrin. bijîşk di nava xwe de gelek samîmî ne û zanin hevû din gohdar bikin. Lê dema ev kesek ne bijîşk hemşireyek ango paqijkerek be bi carê de ji jor de li we dinêrin û heta ji destê wan tê tenê li ser kar û tiştên wan eleqedar dike daxivin.Û ji kerema xwe min xelet fêm nekin, tenê ev nêrînana min ji xwe û ji dora xwe dîtiye.



05.09.2021 18:12 ~18:13 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bijîşkên kurdîaxêv

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî