Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 73 peyam
kîrminço

kîrminço

1. kîrminço pincarek wek siyaleyê anku spînaxê ye navê wê yê zanistî arum maculatum e. li Kurdistanê jî wekî karî, kardî, kero, kîrikê kero, kîrê kalo, ereblepo gelek nav lê hatiye kirin. çend roj berê nizanim ji ku hat bîra min, em dema biçûk bûn me ji re digot kîrê şeyto û bawer dikim li taxa me tenê ev gotin tê gotin. Dixwazim bîranînên xwe ji we re parve bikim. dema 7 8 salî bûm rojekê mêvan hatibûn mala me, em jî li derve vê gîyayê didan hev ku em bifiroşin. dem dema hatina malê bû derbasî malê bûm, min xêrhatina li mêvanan kir. dayika min ji min re got
- tu ji kû têy
+ez çûm kîrê şeyto * bidim hev dayê.
mêvan wisa matmayî man û dest kenê kirin :d û gelek min eyb kir :d

wê rojê jî min li Google wekî kîrê şeyto nivîsî ti encam derneket çûm kêleka bavê xwe bi awayekî şermoke min jê re pirsî.
-bavo tê bîra te çend sal berê me gîyayek dida hev, navê wê kîrê şeyto bû.
+ahahahah, kero navê wê kirmînço ye kîrê şeyto ji kû derket.
wa du car e ji ber vê gîyayê fedî dikim :d

êdî derbasî têgeh û taybetiyên vê nebatê bibim.
Nebat bi awayekî xwezayî li Ewropa û Qefqasyayê belav bûye, lê ji ber taybetiya wê yê wekî nebatê xemlê tê bi kar anîn li gelek herêman belav bûye.

Ew ji bo humusê erdên ji aliyê humus vê zengin tercîh dike. bi taybetî Di meha Nîsan û Gulanê de şîn dibe. li bin siyê dikare şîn bibe û dikare li daristanan jî şîn bibe. heta nîv metreye dikare mezin bibe. Tovên wê di 1-6 mehan de di 15 dereceyan de çêdibin. Di payîzê da, li di nava wê de fêkiyên porteqalî yên tarî çêdibin. Heta -23 dereceyan dikare bijî. Di qonaxa mezinbûnê de pêdivîya wê bi gelek avê heye.

heke nekelandî were xwarin, jehrewî ye Ji ber şiklê wê dişibe kulîlkê weke afrodisyak tê zanîn, lê ev yek hê nehatiye îspatkirin. taybetiyên wê ji bo xwêdan û mîzê baş e û balgamê diavêje û dij-parazîta ye.

Here lînkê



09.09.2021 11:15 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» kîrminço

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî