Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
saturno devorando a su hijo

saturno devorando a su hijo

1. (bnr: saturn kurê xwe dikurise)

(bnr: saturn devouring his son)

li mijara francisco goya ya xweliserekî vekiriye rast hatim û heyirî mam ji ber bandora wêneyê ya li ser min qewimî. min mereq kir û got ka çîroka vê wêneyê çi ye. li mijara wênesazê jixwe xwelî li ser çîroka wênesazê bi hûrgilî gotiye. francisco goya vî wêneyê li ser dîwara mala xwe bi 13 wêneyên din ên bi navê wêneyên reş (black paintings) re xêz dike û ne nav li wan dike ne jî ji çi îlham girtiye negotiye. yanî wênesaz çima wan wêneyên dawiya jiyana xwe li ser dîwaran bêyî qala wan bike xêz kirine kes nizane. jixwe piştî mirina wî neqlê tabloyê kirine.

em bên qala vî wêneyê bikin: ev wêne li gorî mîtolojiya romanan qala çîrokêke saturnê xwedayê tov û çandinê ye dike. û herwiha saturn beranberî kronosê ye ku di mîtolojiya yewnan de xwedayê çandinê ye. anyway, ev saturnê me xwedayekî mezin e û ji bo cihê bavê xwe yê caelus jê bistîne bavê xwe dikuje. û piştî dibe xweda, gotegot derdikevin û li kexanetê tê gotin ku dê kurê saturn jî heman tiştê bike. ji tirsa vê yekê ku neyê serê wî, kurên xwe piştî zayînê dixwe. ji ber ku bawer dike ku dê rojekê kurên wî mezin bibin û wî ji bo texta wî bikujin. lê jina wî ops zarokê şeşem (jupîter) li girava girîtê xef dike û kevirekî têxe pêçekêkê de û dide saturnê û wî dixapîne. jupiter mezin dibe û ji bavê xwe bihêztir dibe paşî bavê xwe wek ku kexanetê digot dikuje û dikeve şûna wî.

tê gotin ku şeş zarê goya çê dibe lê tenê yek ji wan emirdirêj dibe û dikare mezin bibe. yên din hemû hêj zarok, dimirin. tê gotin ku goya ji ber vê yekê xwe nêzikê saturn dibîne. û herwiha yên dibêjin goya ji rewşa şerê naxweyî yê spanyolan bi bandor dibe û vî wêneyê wek ku ev şerê mezin zarokên îspanyayê dixwe teswîr dike. wêne niha li mûzeya pradoya li madrîdê tê pêşandan.

wêne: Here lînkê

û wêneyeke din a vê çîroka saturnê heye ku tê gotin goya di bandora wî de maye. ev wêneyê ha jî ji aliyê wênesaz Peter Paul Rubens ve di sala 1636an de tê xêzkirin:

wêneyê din: Here lînkê



11.09.2021 12:53 | xelîl

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» saturno devorando a su hijo

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî