Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
ûranûs

ûranûs

1. Ûranûs exterek 64 qat ji dinyayê mezintir e. Di heman demê de ew di nav exterên herî dûr ên pergala rojê de ye. Bi girse û giraniya xwe, piştî satûrn û jûpîterê wekî extera herî mezin derdikeve pêşiya me. Navê xwe ji Xwedawendê Yewnanî yê kevnar ûranûs girtiye û wekî girsên qeşayê jî hatiye binav kirin. Ûranûs cara yekem ji hêla william herschel ve di 1781 de hatiye vedîtin. ûranûs li dinyayê di asîmanek geş de bi çavên tazî dikare bê dîtin. Lêbelê, bi piranî bi şiklekî stêrkek piçûk û lawaz xuya dike. zivirîna wî ya tam li dora tavê li gor dinyayê 85 sal e. anku dema ku Dinya di 85 salan de li dora Rojê zivirîna xwe temam dike ji bo ûranûsê ew dem salek e.
Here lînkê

ûranûs ji xeynî dinyayê yekane îstîsna ye ku navê xwe ji xwedawendên romayî negirtiye. Ûranûs li gor exterên din ne Xwedawendek Romayî ye, ew Xwedawendek Yewnanî ye, Di mîtolojiya yewnanî de, ew wekî Xwedayê Bihuştê jî dihat zanîn. Ew, yek ji kevintirîn Xwedayên bilind e. Ûranûs hem zarok û hem jî hevjînê xwedawenda gaia ye. (erê, xwedayên mîtolojîk jî hin caran xwe xira kirine) Ji ber ku rengê Ûranûsê dişibe rengê asîmana dinyayê navê xwe ji Ûranûsê ku xwediyê hêzeke kozmîk wergirtiye.
Here lînkê

Di vê navberê de navê vê exterê bûye sedema henek û pêkenokên bi Îngîlîzî. Ev jî ji ber ku peyva "Ûranûs" dikare bi îngilîzî wekî "yurins" an jî "yoreynus" were xwendin. Xwendina yekem rast e; Lê belê, dema ku wekî bilêvkirina duyemîn bê xwendin, ew bi awayekî fonetîkî wekî "anus" tê xwendin û ew jî tê wateya "qûna te".



13.09.2021 12:38 ~12:48 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» ûranûs

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî