Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
koka navên exteran

koka navên exteran

1. Berî her tiştî, em li ser rêgezek giştî biaxivin: Beriya ku teleskop hate kifş kirin 5 exter (planet) (merkûr venûs, mars, jûpîter, satûrn) tenê dihat zanîn û Romayî her gav navê xwedawendên xwe li van exteran dikirin. Neptûn jî piştî teleskopê hate keşfkirin lê dîsa jî navê xwedawendên romayî lê hat kirin. Helbet îro, ji ber ku êdî kesek bawerî van xwedêyan nakin, ji van xwedayan re  "xwedayên mîtolojîk" tên gotin ango bi gotineke din xwedayên ku ji aliyê mirovan ve hatine afirandin. Lê du îstîsnayên van navlêkirina hene. Yek dinya ye, yek jî ûranûs e. Ka werin em binêrin navê van exteran ji kû tên.
Here lînkê
Merkûr/Tîr:
merkûr Ji ber di sîstema rojê de extera yekemîn e, li gorî exterên din di çarçoveya zagonên fîzîkî de gera ku herî zû diqedîne ew e. Her çiqas rêgeha(orbit) wê ji exterên din kurttir be jî, dema ku mijar tê li ser pîvanên astronomîyê, em têdigihin ku tiştekî "kurt" tune ye. Bi taybetî ji bo rêwîtiyeke biçûk a mîna Merkûrê... Merkûr di saetê de 173.300 kîlometre (ku 1.6 qat leza dinyayê ye) digere. Ev yek dibe sedema ku bi lez û bez di asîmana me de derbas bûyîna Merkûrê.

Dibe ku ji ber vê sedemê Merkûrê navê xwe ji Xwedayek Romayê, ji xwedayê Merkûrê wergirtibe. Tê zanîn ku Merkûrê xwedawend, Xwedayê herî fêlbaz û bilez bû. Ev xwedawend wekî xwedawendê pere, rêwîtî û diziyê jî dihat naskirin. Di mîtolojiya Yewnanî de hevtayê vê Xwedawendê hermes e. Merkûr heta di sala 3000bz. da di Sumeriyan de jî dihat zanîn .
Here lînkê

Venûs/Zuhre:
Venûs di sîstema rojê de extera duyemîn e ku di navbera dinya û Merkûrê de cih digire. Ji ber ku li asîmanê wekî gewherê (mucehwer) dibiriqe navê xwe ji Xwedawenda Romayî yê evîn û delaliyê diparêze ango ji Venûsa Xwedawend wergirtiye. Di mîtolojiya Yewnanî de hevtayê wê afrodît, di mîtolojîya Babîlan de jî Îştar e.
Here lînkê

Dinya:
Ji bo binavkirinê em hatin îstîsnaya xwe ya yekem. Dinya tekane exterê sîstema rojê ye ku navê xwe ji mîtolojiya romayî an jî mîtolojîya yewnanî nagire. Koka etîmolojîk a peyva dinyayê li ser bingeha donîâ (dinyayê) û dunyā ya erebî (دنيا) ye. Eslê wê erebî ye; lê ew bi vî rengî (lê carinan bi wateyên din) ne tenê di Farisî û Kurdî de, di Tirkî, Darî, Peştû, Bengalî, Pencabî, Urdunî, Hindî, Yewnanî, Aramî û heta ji Malezya, Endonezya û Nepalî de jî tê bikar anîn.

Eslê peyva dinyayê ya bi ingilîzî "Earth " tam nayê zanîn; li gor pisporan ev peyv digihîje Îngîlîzîya kevnar û Germenî. Di heman demê de Earth di Zimanê Îngilîzî de tê wateya erdê jî. Dibe ku di navbera  earth û erdê de têkiliyek hebe. herçî di Mîtolojiya Romayî de, Xwedayê Erdê tellus e û di Mîtolojiya Yewnanî de jî Gaia ye. Ji ber vê, peyva dinyayê di hin nivîsên ku ji Mîtolojiya Romayê hatine wergirtin de wekî "terra" jî derbas dibe. Bi vî rengî, di hin zimanan de ji ber bandora mîtolojîya yewnanî jî, ji dinyayê re Gaia dihat gotin. Ji ber van tevliheviyan, navê dinyayê di gelek zimanan de bi gelek awayên cuda tê gotin.

di derbarê dinyayê de dixwazim vê agahiyê jî bidim, Kopernîkos yekem kesê ku bi zanistî îspat kir ku Dinya exterek asayî ye.
(her çend berî wî fikrên li ser mijarê hebin jî, yek ji wan ramanan ne ramanên zanistî bûn)
 
Mars:
Ji ber rengê Marsê sor e û dişibe xwînê navê xwe ji Mîtolojiya Romayî de Xwedawenda şerî ji Marsê wergirtiye.
Hevtayê vê xwedawendê di mîtolojîya yewnanî de ares e. xwedawendê Mars, berî ku bi şer re mijûl be wekî Xwedawendê Çandiniyê dihat zanîn.  Wekî din, navê meha adarê ku bi îngilîzî "March" e ji peyva Marsê tê.
Here lînkê

Jûpîter/Berçîs:
Ji ber ku Jûpîter extera herî mezin a Sîstema Rojê ye, navê xwe ji xwedawendê herî bi hêz Zeus re wekhev ango ji Jûpîterê wergirtiye. Navê wî wekî exterê exteran, xwedawendê xwedawendan jî tê zanîn. Ew Xwedawendê Olîmpûsê, serokê dewleta Romayê... Lê belê mezinbûna Jupiterê heta keşfkirina teleskopê dom kir, êdî navê bavê wî dê ji bo extera nû ya ku nû hatiye keşfkirin re bihata dayîn.
Here lînkê

Satûrn/Keywan:
Satûrn di mîtolojiya Romayê de Xwedayê Çandiniyê ye. Di mîtolojiya Yewnanî de hevtayê wê cronus e. Cronus bavê zeus e. Ji ber vê yekê Satûrn bavê jûpîter e. Cronus jî kurê xwedawendê Ûranûs û gaia ye. Ango kurê Ûranûs û dinyaya me ye. Bi rastî jî sterknasên berê gelek balkêş bûn.

Stêrknasên nûjen piştî dîtina teleskopê du heb exter û exterek cûce keşf kirin(ê cûce berê wekî exterek asayî dihat zanîn) û sterknas adeta navlêkirinê xira nekirin û navê xwedawendên mîtolojîya romayî li van exteran kirin. Ew exter kîjan in?
Here lînkê

Ûranûs:
Êdî em hatin ji xeynî dinyayê yekane îstîsnaya me: Ûranûs... Ûranûs ne Xwedawendek Romayî ye, ew Xwedawendek Yewnanî ye, Di mîtolojiya yewnanî de, ew wekî Xwedayê Bihuştê tê zanîn. Ew, yek ji kevintirîn Xwedayên bilind e. Ûranûs hem zarok û hem jî hevjînê xwedawenda gaia ye  (erê, xwedayên mîtolojîk jî hin caran xwe xira kirine) Ji ber ku rengê Ûranûsê dişibe rengê asîmana dinyayê navê xwe ji Ûranûsê  ku xwediyê hêzeke kozmîk wergirtiye.

Di vê navberê de navê vê exterê bûye sedema henek û pêkenokên bi Îngîlîzî. Ev jî ji ber ku peyva "Ûranûs" dikare bi îngilîzî wekî "yurins" an jî "yoreynus" were xwendin. Xwendina yekem rast e; Lê belê, dema ku wekî bilêvkirina duyemîn bê xwendin, ew bi awayekî fonetîkî wekî "anus" tê xwendin û ew jî tê wateya ("qûna te").
Here lînkê

Neptûn:
Em dîsa vedigerin li Xwedayên Romayî. Neptûn Xwedawendê Deryayê ye. Di mîtolojiya yewnanî de hevtayê vî xwedawendê poseidon e. Extera Neptûn jî ji ber ku rengên wê dişibin rengên avê navê xwe ji xwedawendê deryayan wergirtiye.
Here lînkê

Pluton:
Pluton ji ber ku tarî ye ango tarî xuya dike navê xwe ji xwedawendê Romayê yê binerdê ji pluton wergirtiye. Di mîtolojiya Yewnanî de hevtayê vî xwedawendê hades e. Di 24ê Tebaxa 2006an de ji ber ku hat biryar kirin pluton ku ne exter e, tenê exterek cûce ye ji statuya exterê hat derxistin û niha jî wekî exterek cûce têt zanîn.
Here lînkê

vê nivîsê hûn dikarin di bloga min de jî bixwînin. Here lînkê



13.09.2021 20:21 ~20:45 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» koka navên exteran
» navên xonan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî