1. Capsa ku ji aliyê mizah-ı kurd ve hatiye amdekirin(piştî min lêkolîn kir, min dît ku orjînala capsê ne ya vî kesî ye) e. Di capsê de 4 wêne heye ku di ya ewil de zilamek nîv-tazî li girvekî ye û alîkarî ji helîkopterek derbas dibe dixwaze. Wêneyê diduyan de helîkopter li giravê dadikeve û keç û xortek têdeye ku yê xort di destê wî de tiştek weke nan û şûşeyek heye. Xort wî tiştê weke nan dide zilamê tazî. Di wêneya sisêyan de zilam wî tiştî digre destê xwe û tiştek dibêje. Di wêneya çaran de ew tişt di destê zilam de dimîne û helîkopter radibe diçe. ![]() Peyama heval.js: tirşik forûm/136984 Peyama min: tirşik forûm/136985 Vêca bi qasî ku min li capsê nihêrt tiştekî min jê safî nekir. Zêde jê nayê fêmkirin. Ya espriyek bi qalîteye ku em wê kêmasiya biçûk nabînin, an jî tişteke beredayî ye ku ne hêjayî hînbûnê ye. Lê bo alîkariya camêrî min lêkolînên xwe berfireh kirin û gihaştim orjînala capsê. Aha ew jî ev e: wêneyê nîşande ![]() Lê pirsgirêke heye, ziman bi lehkî ye. Bi riya wergerên înternetê min wê qulipand kurdî. Aha ev nivîs derdikeve " tu di demeke mikemmel de hatî! Ger hesapên min rast bin ezê vegerim woodstock ê" Lê ya rast ji vê capsê jî tiştek nayê fehmê. woodstock, bi qasî ku min lêkolîn kir bajarokek li bajarê new york a dya ye. Di salên şerê vîetnam de konserek girseyî li vêdere pêk hatiye. Herwiha "wood" bi îngîlîsî tê wateya êzing, "stock" jî tê wateya stok ê ku ew jî ji îngîlîsî derbasî kurdî bûye. |
|
2021.10.03-12:50 ~12:55]|
tîrêj zana 21
![]() |
![]() |
kurdiya trt kurdî [2] |
![]() |
kurdiya trt kurdî [2] |
![]() |
tiştên ku tirkan li mirovahiyê zêde kirine [9] |
![]() |
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3] |
![]() |
lîsteyên muzîka kurdî [4] |