Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hevzayendîtî

hevzayendîtî

19. çend roj berê berêvarkî bûyerekê pir ecêb hat serê min. hema min got divê li tirşikê binivîsînim.

min li kafeyekê rûdinişt, qehwa xwe vedixwar. li ba maseya min komekê keçikên ciwan hebûn, hemû sergirtî bûn, heta ji ber rengê kirasên wan mirov berê texmîn dikir ku çarşef li ser wan in. piştre fêr bûm ku di sala dawiyê ya lîseyê de ne û bo azmûnê xwe amade dikin. bi nîqaşekê ketibûn hev. yekê ji hevalekê xwe re got, tu çi homofobîk î! çawa min ev peyv bihîst bi dizîka li wan neriya. ji enerjiya wan a jîndar civata wan dikeliya. keçika ku min dengê wê bihîstibû, dîsa peyivî "kesek nabêje bibe piştevana ferdên lgbti, hema dijminahiyê neke bes" di vê emrê xwe ya cehel de çi peyvekî xweş kiribû, min got ez ê li eniya te maçî bikim. lê belê keçika alfa bi ser de got, heke keça min bibêje ez lezbîyen im, e ê wê ji malê biqewirînim. hinin tiştên din got û di dawiyê got divê werin kuştin. îdam lazim e, him jî ya sendeliya bi elektîrîk. pirçên canê min bûn derzî, xwînên canê min sekinî. yekê ji wan got, tu çi dil-xwerab e! (kotu kalpli). keçika dijî-piştevan lê kuştevan dîsa got, li der û dorê bipirse, gelo kî dixwaze bibe xwedî ewladekê lgbti. çavên keçika qelew a li hemberî ya din disekeniya ket ser nêrînên min û yekser ji cihê xwe rabû, çend gavên sivik avêt û ji min re pirsî: "gelo ewlada te bibêje ez lezbiyen im, tê bixwazî bê kuştin?" keçika kuştevan bi vê pirsa giran xwest xwe biparêze û "dev ji wê pirsê berde, (mîrza/beyefendi) gelo tu yê bixwazî ewlada te bibe yek ji lgbti?". hemû koma keçik li min dinêriya, min hilmekê kişand û berda. Min got, "ez ê nexwazim, jbk dinya tije mirovên dil-xerab e yên mîna te ne ku wê bixwazin ewlada min bê kuştin an jî yekser ew ê wê bikujin"

bi peyvên "helal" û bi çepikên qels bi xemgîniyekê mezin lê bi şahidiyekê ecêb ji wir rabûm.

nifşa z bi rastî jî heye. wan keçikên sergirtî ligel propagandaya qirêj a medyaya tirkiyeyê, bêyî têkevin çavkanî û bingeha dînî, di çarçoveya maf û azadiyê de pirsgirêka lgbti-yan nîqaş dikir. wow! bi rastî jî ji wê rojê vir ve, kengî tê bîra min diheyirim.



11.10.2021 23:06 ~23:08 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene