Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
birca belek

birca belek

3. straneke gelêrÎ ye. yek ji stranbêjên radyoya erîvanê gevorgê ferac dibêje. stranbêjeke bi navê siwaro biçekî siviktir û bi meqameke akustîk dibêje.

ji bo min straneke taybet e ji ber çîroka stranê û gotinên stranê. di stranên gelêrî yên kurdî de bi pirranî gotinên klîşe û qalibgirtî hene û çîrok û serpêhatiyeke taybet ya stranê jî nîne. lê di vê stranê de çîrokek heye, hestên rastî yên du mirovên dilketî hene û ev çîrok bi gotinên ji axaftina rojane hatiye hûnandin.

keçik gumanan ji heseno dike dibêje min tu bi keçikek din re li filanderî dîtî, te ez xapandime û jê dixeyide. heseno dibêje na keçika cîranan bû û hew silavek da min, te ez xelet fêm kirime, li ber dilê keçikê digere û dixwaze keçikê aş bike lê keçik ji ya xwe nayê xwar, dibêje min digot qey tu cudatir î ji yên din eger tu jî wekê xelkê yî yên wekê te li ber deriyê mala bavê min pirr in û pehînekî li qûna heseno dixe *

gevorgê ferac



;ab_channel=DEUTSCH-KURDISCHESKULTURINSTITUT

siwaro



;list=RDlRQlsiByy48&index=1&ab_channel=siwaro


Germa havînê ez helandim,
Îro du ro li benda te me,
Birca bilind holiya jorîn,
Keçika xweşik çima nayê.

Heseno kê ji ter go were,
Ji hewşa bircê derkev der e,
Do êvarê seet çara,
Li nava reza kî bû bi te re.

Xweşikê heger te diye,
Tu zanê ew qîza kê ye,
Ez ê bêm dest û lingê te,
Ramûsim deqa li êniyê,
Ez ê bêm dest û lingê te,
Ramûsim deqa li êniyê, wê eniyê.

Heseno ev çi oyîn e,
Tu li serê min dertîne,
Min bi her du çavê xwe dît lo,
Wî çaxê tu wê digerînê.

Xweşikê ev çi gotin in,
Min kufir û gune nekin,
Qîza cîrana me bû,
Do vî çaxê silav li me kir,
Qîza cîrana me bû,
Do vî çaxê silav li me kir, wa li me kir.

Heseno te ez xapandim,
Mi go tu xortek bi nav î,
Heger ê nola te bikim,
Li kuça bavê mi zaf î
Heger ê nola te bikim,
Li kuça bavê mi zaf î, wele zaf î.



12.10.2021 11:58 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» birca mêzîn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî