Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
ahmet kaya

ahmet kaya

32. dema navê Ahmet Kaya dibihîsim tenê ev serpêhatiya min tê bîra min.

rojekê li dersxaneyê rûniştî min lê hevalinan godar dikir, bi awayekî samîmî bi hev re diaxivîn û henekan dikirin. piştre keçikek ji hevala xwe re got ka telefona xwe bide ez ê stranekî vekim. keçik rahişt telefonê û hêdî hêdî navê stranbêjan bi dengî got. demet akalın, Hirai Zerdüşt, duman, Ezel...
piştî cihekî sekinî û got.
+çavê min Ahmet Kaya godar dike. kêfa min gelek ji Ahmet Kaya re tê, bi wî ji kurdbûna xwe şanaz dibim. Tiştê ku ji bo kurda re kiriye dibe encama rêzeke mezin a min ji bo wî.
hevalên li dorê jî:
-em jî wilo, ji aliyê kurdbûnê ve gelek jê hez dikin.
helbet van tiştan bi tirkî digotin. wisa wilo keçik pesnê Ahmet kayayî da û got
+ka ez binêrim ji xeynî van kîjan stranbêj hene.
hat hat hat, cihê xwe de sekinî û got:
+ayyy sen Şakiro mu dinliyorsun, umarım dalga geçiyorsun. (ayy tu Şakiro godar dikî, hêvî dikim henekê xwe dikî.) keçika din, li wir bi awayekî şermoke got:
- kêfa min jê re tê. û dengê xwe nekir.
û hemû pol wekî ehmeqan henekên xwe pê kirin.

Ji vê bîranîna min jî rewşa me dîyar e. Ahmet Kayayê ku pesnê kujerê kurda dida li ber çavê mirovan wekî serokek mezin, Şakiroyê ku jiyana xwe ji bo kurdî xerc kir li ber çavên mirovan wekî mirovek xirab û kirêt tê nasîn û bûye benîştê devê xelkê.
ev gotinên min ên jor, ne berhevdana Şakiro û ahmet Kaya ye, ji ber di bûyerê de navê wan derbas dibin min wisa got. Jixwe mirovê biaqil dê fêm bike.

Ger ez rastiyê bibêjim kêfa min ji Ahmet kayayî re nayê, hem ji aliyê muzîkê hem jî ji aliyê karaktera wî ve jê hez nakim.  ji ser de di vê fikrê de me ku bûye sedema hezkirina tirk û tirkî di nav gel de. xwezî ti car xwe wekî Kurd nedabûya nîşan û ewqas zirarê nedaya me.



15.10.2021 18:11 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» ahmet el dinarvî
» kayahan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî