Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 5 peyam
    kurd çima bindest in

    kurd çima bindest in

    1. pirsa ku divê bi hemû hûrguliyên xwe ve mirov li ser biponije û çareyek jê re bibîne da ku ev zilma sed salî bi dawî were. gelek sedemên vê rewşê hene lê bi min ya herî mezin ewe ku kurd tucarî nebûne tifaq û nizanin dema ku bibin tifaq dê çiqas mihfa wê li wan were. dema mirov li dîrokê dinehêre kurd tucarî weke netew nebûne yek û tifaqa xwe ava nekirine. yekîtî û tifaq heya bi gund, eşîr û tifaqa du-sê eşîran çûye. zêdetir mînakên wê nayên dîtin. çi carî xwesteka rêvebirina dewletekê di dilê wan de çê nebûye û bi meseleyên biçûk xwe mijûl kirine. her kesê ku di herêma xwe de xurt buye, li kesên bin xwe hukm kiriye û bi ser xwe de tu kurdekî nedîtiye. lê dema rastî netewên din yên ku bi saya tifaqa netewî artêşên mezin avakirine dihatin, hukumraniya wan dipejirandin. ji ber ku eşîr eşîr rêxistin dibûn û bi eşîrên din re yekitiyek an konfederasyonek ava nedikirn, hêzên wan biçûk diman. ji loma dema ji derveyî welat kîjan netew bihata jî, ji kurdan xurttir bûn.... bi vî awayî sedan sala bihurandin. herçî netewa hate ser axa kurdistanê hukumraniyê li kurda kir. di serê sedsala 20an de hukumranê biyanî yê ser kurda, malbata osmaniyan gelekî lawaz bibû û êdî nikaribû li piya bimîne. herçî netewa di bin destê vê împeratoriyê de bûn doza dewlet û mafê xwe kir. lê dîsa di nav ewqas netewên bindest de, tenê kurd xwe bi qûna vê împeretoriyê ve zeliqand. hemû netewên bindest çi bi saya dewletê ewropî û çi bi keda netewa xwe ji bindestiyê rizgar bûn û dewleta xwe ava kirin. lê kurdê min û te dîsa axatî, biratî, eşîrtî û gunditiya wan bi wan girt û yek ji nava wan derneket ku serokatiyek ji wan re bike û tifaqek ava bike. çend kesên ji bo keyitiyek ji xwe re ava bikin denk kirin jî biser neket. axir ji bo netewek din ketin nava şer û bo xwe bindest bikin, di çeperan de şer kirin û heya xwe dan kuştin jî. bi saya serê wan, serdestên wan biser ketin û ji xwe re dewletek ava kirin lê kurdan kirin çar- pênc perça û tune hesibandin.

    birastî dema mirov lê dinehêre çandeke dewletî bi kurda re nîne. heya hestê netewî û weke netewên din xezeba hukmkirinê bi wan re tune ye. weke mînak dewleta tirka ya ku em kurd bindestê wê ne, xezebek weha di zikê wan de heye ku dixwazin hemû dinyayê bixin di bin serweriya xwe de. ev sed sale ku netewa me bindestê vê netewê ye ku divê heya niha tifaqa wan ji xwe re mînak bigirta. lewra ger 3 tirk werin cem hev dê ji xwe re serok an rêberek diyar bikin û bi gotina wî jî bikin. lê em sê kurd werin cem hev emê serê hev bişkînin. aha sedema bindestiyê ev e.

    ji ber ku kurd tim dûrî paytextên dewletê serdest bûne û saziyên dewletê li kurdistanê baş rêxistin nedibûn, kurd biyaniyê van tiştan bûn. hama çandinî û rênçberiyê kirine. qedr û qîmetê nedidan xwendin û hunerê. di dinyaya ku hemû netew dest bi şoreşa pişesaziyê kiribûn, kurdên me hêj xwendin û nivîsandinê nizanibûn. çima ji ber xwendin di çanda me de tune ye. piştî sedsala kurd di bin zextên pişaftinê de pelçiqîn hinek fikrên wan guherîn. bêhtir qîmeta xwendinê fêm kirin. lê mixabin êdî dereng bû. ji ber ku tu emareyê netewî nemabû, êdî yê ku bixwîne, mihfa wî li dewleta serdest dibû. ji ber ku hizra netewî tune bû.

    ger em li tirka binehêrin; sed sal berê împaratoriya wan perçe bû û ji gelek welatan hate derxistin. lê di rêbertiya leşkerekî xwenede de, şoreşan lidar xistin û vaye sed sal paşê hatine wê hêzê ku welatên weke sûrî û iraq ku bi zorê ji wan dera hatibûn derxistin, va dîsa êrîş dikin, gefan lê dixwin û bi leşkerî ketine navê. li qibrisê deverek ji rûma stendin, ji ermeniyan herêmeke kurdan ji wan stendin. herweha zextê li ser cîranên xwe jî dikin

    lê em kurd me xwe bi zorê kir bindest û paşê bi dehan car serî hilda lê ji ber dîsa tê de tifaq tune bû bi ser neket. ger em li cihuyan binehêrin rewşa wan ji ya me xerabtir bû. 2 hezar sal ji ser axa xwe hatin derxistin û li çar aliyê dinyê berbelav bûn. ji ber ku camêran girîngî didan xwendin û zimanê xwe piştî 2 hezar salan karibûn vegerin ser axa xweyî berê û hemû cihuyên li dinyê berbelav bibûn dîsa bicivênin.. em kurd li ser axa xwe ne û em ji jê nehatine derxistin jî, dîsa em nikarin ji bindestiyê xelas bibin.

    axir çare ewe ku, divê bi hizrê netewî ciwan bixwînin û di dilê wan de timî xeyala azadî û serxwebûnê hebe. herweha rêberên kurda an kesên ku kurd piştevaniyê li wan dikin da ku wan temsîl bikin, divê zîrek bin û hizrê netewî bi wan re hebin. û xala girîng jî ewe ku mezinahiya hev nas bikin û dema tifaqek ava bû ji bo xerabûna wê tevnegerin. ji ber tifaqa herî xerab ji bêtifaqiyê çêtir e. yan na ev netew dê ji ser ruyê dinya wenda bibe û
    dema kesê herî dawî yê kurdîaxiv jî mir, wekî ku qet kurd nehatibin vê dinyê, wê tune bibin. tunebûn tişta herî dijwar e.



    2021.10.17-02:46 | tîrêj zana 21

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    jan dost [1]
    nivîskar e lê xwe wek serokê partiyeke li dijî pkk û pyd dibîne.\r\nbi...
    mêr çi dixwazin [2]
    (bnr: mêr) *...
    kürdistanda milliyetçilik ve dil(1918-1985) [2]
    pirtuk rewş û pêşveçuyîn a zimanê kurdî qal dike. vekolîn bi ahmedê xa...
    kingdom of heaven [1]
    fîlma ku min dema ku nû hatibû kişandin, lê temaşe kiribû lê di derbar...
    hêviyên nivîskarên tirşikê ji sala 2022yan [1]
    avaKirina edaletê li dinyayê ji aliyê Xwedê ve. Dewletên ku ji nîş...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurd'înalco
    » çima keçik dikarin destên hevdû bigirin û bigerin lê lawik nikarin
    » bindest û serdest nabin yek dest

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî