Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 87 peyam
kulüp

kulüp

1. rêzefîlm çîroka cihûyên seferad dihone yên ku ev 400 sal in li stenbolê bi war in. di paşrûya honakê de li tirkiyeyê cihûbûn û neteweperestiya tirkî tê rêdan. heta niha 6 beş hate weşandin û heke ne şaş bim hîn 4 beşên din jî hene ku amade ne lê hîn nehatine weşandin.

ji aliya derhêneriya hunerî ve gelek serkeftî ye ku wekî li her derî tê gotin, her sehneyên rêzefîlmê wekî ji klîbên stranan hatine veqetandin. ji aliyê çîrokê ve jî razî me. dramayên dûr û dirêj tê de tune ye, sehneyên nepêdivî tune ye, çîrok pir lez diherike, ku rêzefîlm xwe dide temaşekirin. lê ji aliyê mijarê ve hinekî zêde tije ye. di heman carê de sê çar çîrok di honakê de hatiye bicihkirin: ya matilda, ya raşel, ya selim û ya orhan û ya çelebi... û bi rastî çîroka matilda li bin siyê raşelê de dimîne û di heman carê de çîroka tasula jî giringiyekê veneqetandiye ji honakê.

lê di nav rêzefîlmên tirkî yên netflixê de negihiştiye serkeftina bir başkadır.

ez him bûm aşiqê selim û him jî bûm aşiqê orhan. û heta dawiya beşa 6ê jî li bendê bûm ku sahneyekê seksê bê pêşiya me, an jî hema nebû maçek di navbera van her du lehengan de . lê belê nebû. mixabin di 2021ê de hîn sehneyên hevzayendxwazî wêrekiyekê gelek mezin dixwaze.



19.11.2021 14:55 ~14:58 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» kulüp

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî