Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
hobiyên ku bi xêra koronayê min dest pê kirine

hobiyên ku bi xêra koronayê min dest pê kirine

1. Yek ji van hobiyan jî li malê nebat û kulîlk mezinkirin e, di destpêkê de min du - sê heb kaktusên piçûçik kirîbûn, lê dema ku min dît korona me li malen me heps dike ez ketim nav meseleya nebat û kulîlkan. Niha belkî 25-30 cure nebat li mala min hebin,
- lavlavka pothosê
- aloe vera
-kulîlka kalanşo
- du meşteleyên avakado
- nebata pîlea
- nebata Benjamin û hwd..

Ya rastî min wî çaxî dev ji cixareyê berdabû û min dixwest xwe bi tiştnan mijûl bikim. Vêca ew jî bûn kulîlk/nebat. Hûn ê bêjin mirov çawa dikare xwe bi nebatan mijûl bike?
Ez her sibeh şiyar dibim û rewşa wan a avê û tîbûnê qontrol dikiim, dema ku dibînim pełên yekî zer bûne an jî pełên xwe diweşîne an jî bextewar xuya nake, dîrek gooogleê vedikim û dest bi lêkolînê dikim. Vêca înstagram û youtubea min tek bûye hesabên li ser nebat û mezinkirina wan *))) algoritmaya înstagramû muazzam dişixule bi şeref.
Xwedê zane min çend tişt li ser nebatan xwendine *)

Heta ku mirov hînî xwedîliderketina van nebat û kulîlkana dibe, divê mirov hinan şehîd bide. Xwedê dizane bê min çend nebat kuştin *)
Ez niha difikirim, sebeb pir hêsan bûye, Min zade av daye wan *
Erê, meseleya ''avdana zêde'' tê serê hemû kesî.
Lê paşê min rêyek dît. Darikekî ziravik û dirêjok bi min re heye, ez wî darî dixim nav axê û derdixînim, dinêrim bê ew dar şil bû ye an jî hê jî ziwa ye. Li gorî wê ez nebat û kulîlkan av didim.

Û meseleyi peydekirina nebatan, ez Gelek nebatan ji havalen xwe an jî ji kafeyan an jî ji restoranan peyde dikim. Dema ku dizinim li cihekî kulîlkek/nebatek heye, diçim çiqilekî jê dikim, li malê demekê di nav avê de dihêlim heta rehên wê derkevin û paşê hooop dixim nav axê de.

Welhasil û kelam ez û nebatên xwe kêf dikin lê vaca ez nikarim ji malê zêde dûr bikevim, dibêjim zarokên min/nebatên min wê hişk bibin :(



25.11.2021 09:07 | gulêê

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hobiyên ku bi xêra koronayê min dest pê kirine
» xêra te be tu kere ker xeber nedî
» min ne bostan çand ne jî zebeş xwar
» destdirêjî
» pêhisk

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî