Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    merivên hûr sîha xwe ya esrê ra zehv şa dibin

    merivên hûr sîha xwe ya esrê ra zehv şa dibin

    2. `esr an bi kurdî berêvarî demeke rojê ye. Li gor îslamê dema ev dem hat li ser her bisilmanî ferz e ku 4 riket nimêj bike. Berêvarî rasterast beramberê vê peyva `esr ya erebî ye lê di nav civakê de nayê bikar anîn an di wateyên din de tê bikar anîn.

    Berêvarî ango `esr dema wê ji wê kêliyê dest pê dike ku dema siya tiştekî an kesekî bu 2 qatê wê. Û heya roj biçe ava. Her dema ku roj ber bi ava here jî dirêjbûna siyê zêde dibe û ta wenda bibe.

    Vêca piştî ewqas pêşagahî em werin ser vê meseleya gotina pêşiya ya ku mijar li ser hatiye vekirin. Vê gotinê min jî bihîstibû lê ne bi vî awayî. Birastî nizanim ev gotin tê çi wateyê. Temam mêrikê hur siya wî ya berêvarî dibe 2 qat û kêfa wî belkî tê, lê ev gotin kengî û bo çi wateyê tê gotin. Xwezî nivîskar ji me re rave bikira. Yanê dema gotinek pêşiya tê gotin wateyek şîretkirinê û kûr tê de heye. Lê min ji vê gotinê fêm nekir. Min nekarî wateyek jê derxim.

    Mînak:

    kevirê havînê bavê binê kadînê: beramberî gotina tirka ya "sakla samanı gelir zamanı" ye. Şîretek dihewîne û wateyek kur û mecazî heye.


    mirov dimre qûna wî tije helaw dibe : beramberî gotina tirka ya " kör ölür badem gözlü olur" e. Yanê tê wateya ku dema mirov dimre qîmeta wî tê fêmkirin an dema tiştek ji dest here.


    emê bêjin metê heya roja me tê : beramberî gotina tirka ya " köprüyü geçene kadar ayıya dayı demek " e. Yanê mirov heya karê xwe bi kesekî rast bike an heya girêka xwe li paş bixe wê bi zare şêrîn û bi ehlaqekî xweş tevbigere.


    Lêzêdekirin:

    Li ser vê meseleyê min îro gotinek konfuçyus dît ku weha digot: ger li welatekî siya mirovên biçûk mezin be, li wî welatî roj diçe ava dibe ku mijar bi vê gotinê re têkildar be.



    2021.12.08-13:42 ~2021.12.17 03:45]| tîrêj zana 21

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (yên din..)
    kurdiya trt kurdî [2]
    kurdîya trt kurdî>Tirkîya min...
    kurdiya trt kurdî [2]
    Kurdiya ku pêşkêşvan dikin ne xirab e lê mêvanên wan rezîl in. To yên ...
    tiştên ku tirkan li mirovahiyê zêde kirine [9]
    gelekin , bi sedan textorên tirk ê navdar henin . û gelek endezyarên ...
    ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
    Yek ji wan ez im. Roja kurê min xwededayî û heta naha bi şaşî bê jî p...
    lîsteyên muzîka kurdî [4]
    platformên dîjîtal ên muzîkê ên wekî spotify, deezer, apple music, you...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » merivên reben
    » hurt
    » siha pelkê ye, ne li xwe ye û ne li xelkê ye
    » xwe tûj kirin
    » eşref anyık
    » safe
    » dibînim

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî