Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
mihemed ronahî

mihemed ronahî

30. çend sal berê min gelek pesn û wesfên wî dane.
çi heyf û yaziq
ez naxwazim beşdarî lînceke girseyî ya sosyal bibim, em ne dozger ne jî dadmend in û mixabin dewleteke me jî tune ye lêpirsîneke zelal û şeffaf bike.

bi qasî ku ji keseyeta wî dixuye potensiyela wî heye ku tiştekî wisa bike. nivîskarên kurd bi pirranî li ser sosyal medyayê li dû jin û keçikan digerin, min deh sal berê ferq kiribû. tabê di hemî civatan de heye ev, lê ji ber ku hejmara me kurdan kêm e, -hem kêm e nivîskar hem kêm e xwendevan û xwendekar, hetta bi pirranî nivîskar û xwendekar heman kes in; têkilîyên wilo zû kifş dibe û înfîalek çêdibe.

gelek nivîskarên kurd ku li bazara xelkê nakin qirûşekê, ji ber nebûna xêrîdarê, xwe li kurdî didin, xwe li nivîskariyê dipêçînin, poza wan dibe sê metre bi minnet û niza çend hestên genî xwe li xelkê qurre dikin. helbûkî ne kesayet heye, ne zanîn heye, ne entelektualîte heye... heya êvarî fotografên xwe parve dikin, li twitê postên aforîzmatîk ên bêhno parve dikin, didin li dû şopa keçikan û paşê dibêjin em nivîskar in niza em bêvankar in falan Fîstan

nûdem hezex/116342 ha ji we re mînakek. bi kurdî romanek nivîsîye lê doz û daw'a û angaştên wî ji zimanê kurdî jî qewîtir e suphanallah!
dibêjin çima bi kurdî romaneke ultra muhteşem nayê nivîsin. kuro keçê potansîyel nîn e potansîyel. belkî çêbûya lê piştî belavbûna înternet û meydaya sosyal yekcar em berê xwe dan şikeftê. nivîskar divê bixwîne, bixebite, biponije yên me dişopînin, diecibînin û parve dikin. hew



14.12.2021 11:39 ~11:44 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol