4. Kilama li ser şerê wî hatiye gotin bi devê karapetê xaço weha ye: Ay de axao axao axao.... Ay mîrpenco yarim şamo Cegerê nava te risas e Gurçikê nava te polaooo Tu firar û mehkûm û eşxasxalê serê çiyaooo Îsal heft salê te qediyaooo Nigê te li kêba qûna tê li kêl bû malnekaoo Te bi xazî kemal paşa re bi meclîsa enqerayê pênç kutaooo Wele şerê bêbavê serhedê Qesasê serê tirkao hayêêêê Axaoo Axaoo dibê seyidxanê lawê seydo ji malê siwar bû Tewfîqê bira pêrekar bû Li her çar malê mala seydo bimêvan bû Dibê hecî musa begê xwêtêêê E`lamekî daye mûşê û erdîşê dayra enqerê Dibê çiqa firarê welatê serhedêêê Îro xwe berdane cemalmêrdînêêê Wê sibê berê xwe bidine xetê hayêêê Dibê giraneee alaya orman begê nûrî begêê Her çar alayê kemal paşa Çiqa rê ji cemalmêrdîn û jê dertêêê Herkê firqak eskerê romê kutaye berêêê Seyidxanê lawê seydo bi sê denga dikir gazî li hecî mûsa begê xwêtêêê Digo ez ketim bextê te ketim bextê xwedêyeee Ji pêşiya qaçaxê me rabe bila qaçaxe me derbasbe binê xetêêê Em Kurd in namûsê me ê hev in Xelkê sibe xwe bavê ji me xeberdeee Hecî mûsa beg digo: Seyidxano nabe bi telaqê bêfito bême cabê ji pêşiya xaçaxe te ranabim Qaçaxê te di ser min re derbasbeee Ezê li enqerayê ceza bim Gavê hecî mûsa begê xwêtê vê xeberê digotiye Tewfîq li seyidxanê bira dikir gazîye Digo: seyidxano nabe Birao nabeee Li welatê serhedê bi hîbek û dîleka tiştek derbas nabe Emê herin ser cara belîsê Here ser pira siluxê Qereqolekê li wê derê ye Emê serê qereqolê bibirin Bi devê modoliyê xwe bavên xeta firinsayê hayêêê Axaoo şer e Maqûlo şeree Wele şerê sibê silhedîn e Ay şerê êvarê hêja seyidxanê kerr e heylooo Ji hev nagereee De axao axao axao. .. Şerekî çê bû li cemalmêrdînê bi du ciyaêêê Li ezmana xwesê dengê girênê teyaraêêê Li erdê dengê top û mêtrelozaêê Agir li ser bavê silhedîn lawê seydo dirijiya Hicûm dane cemalmêrdînêê Wele begê patnosê cilê xanima li xwekir ji bajêr reviyayêêê De axao şereêêê Ay maqûlo şer e Hey şerê sibê silhedîne Şerê êvarî seyidxanê kerr e Heylêêê ax ji hev nagere **Cêmalmêrdîn: dengbêj gotiye cemalmêrdîn lê navê wê yê rast "cemalverdî" ye. Gundekî bi ser navçeya dutaxa Agirî ye. 28 km dûrî navçeya dutaxê ye. Navê ku dewletê lê kirye " bulutpinar" e. **Modolî: çek, sîleh an tivingeke lûledirêj ya Rûsî ye. ** Risas: gule, kirşûn. (Sembol Pb) **Pola: çelîk. Hesinê karbon tevlî bûye. **Qesas: qatil, kujerê mêra. **Rom: yan eskerê romê, ji tirka re rom dihat gotin. **maqûl: beg, eşraf, kesê binirx |
|
17.12.2021 17:45 |
tîrêj zana 21
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |