Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    5 mijar û 6 peyam
    trakya

    trakya

    1. Herêmeke li rojhilatê ewropayê ye ku di nav dewletên bûlgarîstan, tirkiye û yûnanîstan de hatiye parvekirin. Ji beşa tirkiyê re trakya rojhilat, ji beşa yûnan re trakya rojava û ji beşa bûlgarîstan re trakya bakur tê gotin. Peravê trakyayê bi deryayên derya reş, derya marmara û bi derya ege re heye. Li tirkê parçeyê di parzemîna ewropayê dikeve vê herêmê ku ew jî beşên parêzgehên stenbol û çanakkale yên dikevin parzemîna ewropa, parêzgehên edîrne, kirklarelî û tekîrdag pêk tê. Li yûnanîstanê parêzgehên ksantî, nomos rodopîs û evros di herêma trakya de ne. Li bûlgarîstanê parêzgehên oblast bûrgas, jambol, oblast slîven, Oblast Stara Zagora, oblast haskovo, oblast kircalî, oblast plovdîv, oblas smoljan, oblast pazardjîk pêk tê.

    Navê trakya ji yûnaniya kevn peyva thraîke tê kû digihêje qewmê trak. Di mîtolojiya yûnan de peyva trak jî cara pêşî di destana îlyada ya homeros de derbas dibe.

    Çemê evros(yûnanî) yê ku bi tîrkî weke merîç û bi bûlgarî weke marîtsa tê binavkirin ji vê herêmê derdikeve û vê herêmê av dide. Ev çem ji başûrê bûlgarîstan derdikeve û ber bi jêr ve diherike, piştî sînorê tirkiye û yûnanîstanê diyar dike, diherike derya egeyê. Dirêjiya çem 480 km ye. Yek ji mezintirîn çemê trakya ye ku vediqete 3 mila.



    (bnr: aleksandrupoli)



    2021.12.26-04:21 | tîrêj zana 21

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bûyerên ecêb yên li malên xwendekaran [1]
    Hevalekî me serê sibeh seat 6an de radibû dersê wî jî seat 9an de dest...
    rojbûn [1]
    Peyveke bi wateyeke şaş e. Jiber ku Roja ledayikbûn ne roja bûna mirov...
    rojbûn [2]
    min ji hevalekê xoresanî zadroj bihîst. bawer dikim ji ber ...
    tirşik forûm [1]
    @heval.js hate serrastkirin. sebeba wê baş nizanim. lê heke te vpn bi ...
    the book of boba fett [1]
    pêşîn: moderatorno, min xwest ku mijarê wekê "the book of...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » trakya

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî