Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    10 mijar û 12 peyam
    mem ararat

    mem ararat

    41. Helbestvaniya xwe jî pir xweş e. Minakek ji helbestên mem ararat: (bnr: ji êvareke amedê)

    Ji êvarekî Amedê gazî dikim nekesekî
    Di devê min de gotinên stranekî dişibe ewran
    Ji bîra min çûyî lê li ser zimanê min e
    Çi bû navê min?
    Birînek çavtirsandî me nikarim xwîn bibim
    Diteve rasteqînê li kulmika demê
    Hêdî hêdî kevirek im li ber vê êvarê
    Hemû al ji jor de li min dinêrin
    Û li vê neqebê kesên ne kurd hemû tirk in.
    Şerm dikim behsa kenê xatûneke bikim
    Di bêrîka min de nasnameyek dişibe çêreke negotî
    Aş nabe kelajin û hezkirinê
    Û li ser kevirê mezelan piste piste pêşerojekî
    Gelo dibe ku yê mirî ez bim?
    Li êvareke dişibe esrî diponijim
    Heyv bi bejnekî bilindtir e ji tavikê
    Li deriyê mêrdîn qîzên bisqirhan gûzan belav dikin
    Li jêr hişê min fîke fîka bayê
    Hemû neqebê şîreta terikandina wî warî dikim
    Dema qismet belav bû di xew de bûm
    Min çend zivistan qedand bi cilên zarokên xelkê
    Û di bêrîka min de nasnameyek xerîbiyê tîne bîra mirov
    Ez ne darek kizwanê bim gelo çi me?
    Tenêtî sosret e li ber hêt
    Li qiraxan ba xwe bi erdê re kaş dike, li ber serê xew herimiyan teqe reqa alavên şikestî
    Nizanim kîjan lampe man li ber wê çîrokek nexwilikî
    Li kîjan kuncikê toz li ser serê min neket
    Ev demek dirêj e xwe ji stranek nas dikim
    Navê min ê rastî di şikeftekê de weşartî
    Û tehma devê min dişibe hilmek cixareya xwirîniyê parijî
    Li êvareke Amedê ez ê ji xwe bikim cilên zarokên xelkê
    Aniha li hember xwîşîna şepên
    dîyarbekir
    Li ber qefika bircan şarekê didurim
    Ji kils û hecerê , di bêrîka wê şarê de nasnameyek suretê li ser, bi min re dikene
    Axx! Ew ken çiqas dişibe min..













    2021.12.28-15:04 | cinorek

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    çileya 2022yan [1]
    li gor xebera pêşiyan çileya erbeîn wihareng e. ya ecêb çileya kurdî j...
    çileya 2022yan [2]
    li bakurê kurdistanê û li tirkiyê bi awayek cemed û seqem derbas bû - ...
    hêzên sûriya demokratîk [1]
    hêza fermî ya rêveberiya xweser ya rojava ye. hêzeke giştî ye ku gelek...
    bmc kirpi-2 [1]
    wesayîteke zîrepoş ya leşkerî ye ku ji hêla companiya tirk bmc ve tê ç...
    em çima di tirşikê de nanivîsîn [1]
    Êdî wê hêzê bi xwe ra nabînim. Dibe ku peyamek bo simurg56 b...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » meme
    » ararat

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî