Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 80 peyam
bûyerên ecêb yên li malên xwendekaran

bûyerên ecêb yên li malên xwendekaran

14. Buyerên ku mirov bixwaze biqastîka bike jî wê nekaribe bike. Rojekî li malê hevalekî ketibû serşokê da serê xwe bişo. Ez û hevalê din jî razabûn. Carek me dî qarînî ji serşokê tê. Em rabûn çûn ber derî, vî ehmeqî bê ka çawa kiribe, milê derî şikandiye û di hundir de asê maye. Me kir û nekir ji derva de jî derî venebû. Min carekî da hama nedît, hevalê min yê din raşte utiya min û li nava derî xist. Belê derî vebû lê nîv saet bê axaftin me li hev nihêrt. Tabî min heqê wê utiyê ji qûna wî derxist paşê.


Zivistanê ji ber ku me heqê gaza xwezayî nikaribû bidaya gaza me birîn. Em di hundir de dikin biqufilin. Mego ka em çi bikin çi bikin, hevala ji min ra go tu beşa elektrîkê dixwînî ka cêyranê ji me re qaçax bike em ji xwe ra soba cêyranê bikar bînin. Ê ez jî wê demê herê dixwînim lê zêde jê fêm nakim. De neyse mego temam ezê çêkim. Me çû ji ba qapicî pense, tornavîda anî û bi şev dema herkes raza ez ketim ser panoyê. Wele min qablo mabloyê saetê guherand û bi awayekî saeta me sekinî. Ji kêfa mehekî me ne sobe ne jî tifika cêyranê venemirand. Meh derbas bû, fatura me ji hergav kêmtir hatibû lê cîranê me daketibû ba rêveberê apartê û bar bara wî bû. Digo di jiyana min de fatureyek awha ji min re nehatiye û ne mimkune ewqas cêyranê xerc bikim. Werhasil tiştê hûn fêm bikin, min cêyrana me avêtibû ser saeta wî cîranê me û me ji kîsî wî mehekê xwe germ kiribû*



21.01.2022 01:53 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» bûyerên ecêb yên li ser dinyayê
» ecêbmayîno
» yên ji me çêtir
» malên bi kuwet

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî