Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
casio f-91w

casio f-91w

6. Modeleke markaya casio ye ku demjimêrçêkerek efsaneye. Ev model demjimêr dema ket piyasê gelek populer bû hê jî tê firotin. Bawerim niha yên temenê wan di navbera 20î heya bi 40î heyala wan ya zarokatiyê bû ku yek ji van demjimêran bixe destê xwe.

Demjimêr bikaranîna wê gelek rehet bû û alternatîfên weke alarm, salname, kronometre, ronahî û ji vana hemûyan girîngtir pihêtbûna li hember avê. Yanê avê derbasî hundirê xwe nedikir. Tê zanîn wê demê demjimêrên erzan pir dandîk bûn û mirov newêribû tevî demjimêrê destê xwe bişûştana. Hama ku av derbasî bin cama wê dibû û di hûndirê wê de dibû dûxan.

Dema ez 8 salî bûm bavê min çû hecê û di vegerê de ji min û birayê minî mezin re ji van saetan yek anîbû. De hingê ji kêfa min nizanibû ezê çi bikim. Di razanê de, di serşûştinê de tu carî min ji destê xwe dernedixist. Hama gavê saetê pêl wê bişkoka wê ya ronahiyê dikir û li demjimêrê dinihêrt. Min di jiyana xwe de ewqas ji tiştekî hez nekiribû. Bi qasî 5 salan ew demjimêr bi min re ma. Gava ku ez çûm medreseyê yekî bextikê xwe reş kir û kelecana min, hezkiriya min, canê min, rihê min ji min dizî û bir. Tu carî ez hîn nebûm bê ka kî dizî. Ji behca çavê min tije rondik dibûn û hew mabû ez ji dîn derketama. Law ma li mala xwudê û xwendekarê ilm û dîn çawa karibû destikê xwe bişkîne û xewn û xeyala min û bi serde yadîgara bavê min ya hecê ji min bidize!? Wê rojê min dinyayê nas kir ku çiqas bi êş û elem e....


Piştî 11 salan ez li vê mijarê rast hatim û dîsa wê roja reş û zilûmat hate bîra min. Helbet demjimêra min ya şêrîn û nazenîn jî. ..



lêzêdekirin: min wêneyê demjimêrê li capsan barkiribû ku li vê derê nîşan bidim lê ku ew demjimêra min hat bîra min, ji bîra min çû ku wêneyê biweşînim:

Here lînkê



26.01.2022 14:40 ~15:10 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» casio f-91w

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî