1. romanekê polîsiye ya heinrich böll e ya li ser meseleya rojnamevaniyê û berpirsyariya wan li hemberî kes û kusên mijara nûçeyên wan dike. di vê romanê de jinikekê ciwan ji ber sûcdarekî tê vexwendin navenda ewlekariyê û îfadeyê dide polîsan. rojnamaya "die zeitung" a ku di romanê de timî bi herfên girdek wekî "rojname" hatiye wergerandin, dest bi şîrovekirina vê dozê dike û bi çavekî neyînî û xerabkar hemû jiyana katharina çarşef bi çarşef diweşîne û gotinên baş ên kesên dora wê ne, xera dike û vediguherîne berevajiyê wê. bi vê hemû qezencên jinik badilhewa dibin û hemû têkiliyên wê yên civakî hildiweşin û dayika wê ji qehran dimire. hîç ne spoiler e, jinik radibe û tola şeref û xeysyeta xwe hiltê û rojnamevên dikuje ê ku hemû bextreşiyê bi destê xwe diçînin jiyana wê. |
|
2022.01.27-15:41 ~16:05]|
biruya hayao miyazaki
![]() |
![]() |
clash royale [1] |
![]() |
dijwariya kurdbûnê [2] |
![]() |
fairytale [1] |
![]() |
15ê gulanê cejna zimanê kurdî [1] |
![]() |
delîl dîlanar [1] |