Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
gangs of london

gangs of london

1. gangs of london rêzefîlmeke televizyonê ya tawan-sûc a brîtanî ye ku ji hêla pulse films & sister ve hatî hilberandin, derbarê hevrikiyên di navbera çeteyên dijber û rêxistinên sûc ên li londona îroyîn de ye û li ser bingeha lîstika vîdyoyê ya 2006an a bi heman navî hatiye honandin.

di meclîsa mafyayên londonê de, cihê kurdan jî heye. karê herî biqezenc dikin ango tiryakê. ya ku ez kelecan kirim û bû sebeb li tirşikê binivîsim ev bû: mafyaya kurdan jinekê bi navê lale birêve dibe û bi kurmancî diştexile.

lale yek ji karakterên sereke yên rêzefîlmê ye ku lîstikvan narges rashidi dilîze.

Ev karakter yek ji serokên diasporaya pkkê ye û ji bo hêza partî ya ekonomîk xurttir bike serperiştiya belavkirina eroînê li Londonê dike.

Ji ber qetlîama sala 2014an ku zilamên Asif (mafya Pakistanî) mêrê wê îşkence kirin û kuştin, Asif Afridi wekî dijminê xwe yê sereke û mafyaya Pakistanê jî wekî hevrikê xwe dibîne. Meriv Xema wê ya tolhildanê dikare bi serokê mafyayên londonê, Sean Wallace re muqayese bike.

Lale ji ber mirina mêrê xwe û rewşa xerab ya kurdan, weke kesekî fedakar û hov tê nîşandan ku dema pêwîst bike dudil nabe ji bo neyartiyê. Ew rasterast li dijî fermanên Sean Wallace disekine ku karê xwe bi demkî rawestîne. Lêbelê Lale ji hin hevpişeyên xwe, wek Asif Afridi, miroveke maqûltir û bi fêdetir e, ji ber ku her kirina xwe seba qenciya malbata xwe dike. Di heman demê de wê dilekî dilovan heye û tevî ku di destpêkê de nakokî û hetta bi romantîkî bi Sean Wallace re têkilî datîne jî, hevkariya xwe qut nake.



06.02.2022 15:20 ~15:20 | ezcan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» gangs of new york
» london

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî