Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    başûrê kurdistanê

    başûrê kurdistanê

    35. baş an jî xirab tê nîqaş kirin. bêguman gellek aliyên baş jî hene ên nebaş jî... lê rasiyeke zelal ev e ku îro başûrê kurdistanê yekane rêvebiriya dewletî ya kurdî ye ku bi fermî di warê navneteweyî de tê nas kirin û di destûrê iraqê de hatiye misoger kirin. her çiqas di fermîyetê de federal be jî li cîhanê ti herêmeke federal nîne ku xwedî ewqas desthilatdariyê be. em dikarin bibêjin dewlet e.

    gellek kurdên bakur rêvebirên vê dewletê hez nakin. elbet ti kes ne mecburin wan kesan hez bikin. ez jî pdk û ynk'ê qet naecibînim. xeletiyên dîrokî kirin û hê jî dikin. lê divê neyê ji bîr kirin li wê derê parlemantoya kurdistanê heye, li derê ala kurdistanê ba dibe, perwerdeya bi kurdî heye û hemû saziyên dewletê hene.sibê rêvebir dikare bêne guhertin. ya girîng ev e ku yekane dewleta ku di 120 salên dawî (ji xeynî komara mahabad ku pir emr kin bû) de Kurd ava kirine divê mayînde be û pêşkeve û di dawiyê de jî bibe serbixwe. ev delfeta ku ketiyê destê Kurdan ji holê rabe ne bawerim careke din delfeteke wisa derkeve holê.

    her wiha divê bê dîtin ku ev salên dawî de di warê aborî û hilberînê de pêşketinên berbiçav hene. derbasî sîstema e-dewletê bûn. niha nêzî sed febrîqayên nû di qonaxa avakirinê de ne. gelek santalên enerjiya rojê têne ava kirin. nêzî 50 zaningeh hene û gellek ji wan zaningehên bîyanî ne. wekî korek, newroz telekom, fast link gellek merqeyên kurdî çêbûne.

    li şûna ku tirk û faris û ereban divê kurdperwerên ji her perçeyên kurdistanê dev ji xeletiyên pdk û ynk'yê berdin û ji bo pêşketina vê dewletê bixebitin û bibin şîrikê pêşeroja wê derê. kurdên dewlemend divê biçin li wê derê şîrketan vekin, dibistanan ava bikin. tu astengî nîne. cihû îsralê wisa pêşxistin. ji çolê dewleteke bihêz ava kirin. ku mezinahiya axê ya îsraîlê bi qasê nîvê başûrê kurdistanê ye.



    12.02.2022 23:27 ~23:45 | şûjin

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    evsene
    dengdanên dawîn (yên din..)
    kurdgpt [1]
    Pergalek Jirahiya çêkirî ya kurdî ku binesaziya chatgpt bikar tîne. Ew...
    kesrewan [2]
    serpoşa jinan e ku ji heft rengan pêk tê. berê li aliyê hekarîyê jinên...
    bismil [2]
    Navçeya ku cara pêşî ji alîyê dewletê ve koçerên bulgar lê ...
    tiştên ku bêhemdî kenê mirovî tînin [1]
    Di hevpeyvînek kolanê de gotinên kurdekî heye. Kesî ku Hevpeyvîn çêdi...
    epictetus [1]
    Epictetus fîlozofekî Stoaparêz bû ku di navbera salên 55-135-an de jiy...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » başûrê kurdistanê
    » kurdistane

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî