Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 22 peyam
    oblomov

    oblomov

    10. Di vê sibeha yekşemê de ji min nayê ji nav nivînê derkevim û ev bêxîretî ilya ilyiç anî bîra min. Min di sala 2005 de xwendibû. Min dîsa ser hevûdin roman xelas dikirin û gelek kêfa min ji vê çalakiya xwendinê dihat. Di wê kampê de min the monk who sold his ferrari, the da vinci code, the picture of dorian gray, istanbul a orhan pamuk û confusion of feelings a stefan zweig jî xwendibûn (ku heke ne şaş bim ev roman pêşîn bû, min pê çîrokekê ferdên lgbt xwendibû) Di dawiyê de dor hatibû oblomovê. Kêmzêde 200 250 rûpelên pêşîn ilya ilyiç di nav xwe de nîqaşekê dimeşand, gelo ji nivînê derkeve ya na. Heke ne şaş bim sê rojan jî ji nivînê yan jî odeya xwe ya razanê derneketibû. di vê navberê de gelek tişt difikirî, xeyal dikir û carek bo destmala ki di nav nivînê de winda bûye, bang zahar dikir ku bila bibîne û bide wî. Tembelî û bêxîretiyekê bêserûbin. Bi heyranî min ev roman xelas kiribû û piştî wê demekê dirêj min romanekê din nexwend û di wê emrê ceheltiyê de bi rastî ez ketibûm bin têsîra oblomovê tembel. Min nedixwest tiştek bikim, dev ji xwendinê berda û ji kar direviyam û hwd. Di esasê de di romanê de bûyerek tune ye. Ji serî heta dawî tembelî û bêxîretiya ilya ilyiç tê sêwirandin.

    hejmara rûpelan zêde ye lê divê were xwendin, mirov pê poşman nabe.

    Ps. Helbet min romanên jor bi tirkî xwendibûn. Min got, navên îngilîzî çêtir e lê pir ne pêbawer im.



    20.02.2022 10:48 ~11:17 | biruya hayao miyazaki

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    evsene
    dengdanên dawîn (yên din..)
    gelek dixwazim lê nizanim çi binivîsim [1]
    hesta ku teqrîbî 7 roj piştî bûna endamê/a tirşikê, bi mirov re peyda ...
    sepana ferhenga tirşikê [3]
    Mizgînî: Sepan êdî ji App Storeê jî dikare bê daxistin: (lînk:...
    sepana ferhenga tirşikê [9]
    Bi navê Tirşik Ferheng - Kürtçe Sözlük di weşanê de ye: ji ...
    koma sê bira [4]
    Hunermshsjshhs Ez nikarim bibêjim hunermend. dibe ku ew bibin stran...
    tirşik forûm [1]
    tirşik forûm/142994 niha dixebite di danegeha tirşikê de guhertinan dikim. lewm...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » oblomovka

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî