93. di cosmo kurdî de li ser perwerdehiya zimanê kurdî ya almanyayê nûçeyekê xweş hatiye çêkirin. Here lînkê Li Almanya’yê ji destpêka salên 90'î û vir ve dersên Kurdî hene û niha li 6 eyaletan, NRW, Rheinlandpfalz, Bremen, Brandenburg, Niedersachsen û Berlîn’ê, li dora 40 bajaran bi her sê zaravayên Kurdî, anku Kurmancî, Soranî û Zazakî ders tên dayîn. Û hejmara zarokên ku tev li van dersan dibin jî dora 3 hezar e. Li Almanya’yê zêdeyî milyonek Kurd hene. Li Swêd’ê dora 100 hezar. Ji sedî 57'ê Kurdên Swêd'ê zarokên xwe dişînin dersên Kurdî. Mirov dikare hesabekî bike: Li Almanya’yê dora 3 hezar zarok diçin dersên Kurdî. Li Swêd’ê 9 hezar zarok. Bi ser de jî zarokên ku nû çûne Swêd’ê dersên alikariyê jî bi Kurdî distînin, ku bi vî awayî hejmar digihîje 13 hezar zarokan. Weha xuya ye, em li Almanya’yê şaşitiyekê dikin. Lê em hemû ne sûcê Kurdan e. Ji ber ku Almanya, Kurdan wekî komeke serbixwe ya koçberan qebûl nake. |
|
01.03.2022 19:36 ~19:37 |
biruya hayao miyazaki
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |