Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    14 mijar û 15 peyam
    edgar allan poe

    edgar allan poe

    4. helbesta Annabel Lee bi jêrnivîsa brahîm ronîzer. Poe vê helbestê ji bo hevsera xwe nivîsandîye ku mixabin zû miriye.


    “Berîya gelek sal û zemanan bû
    Li welatekî kevîya behrê
    Keçikek hebû, we yê bihîstibe
    Navê wê Annabel Lee bû
    Tu fikar nediketin dilê keçikê
    Ji xeynî hezkirina min û wê
    Ez piçûk bûm, ew piçûk bû
    Li wî welatê kevîya behrê
    Lê me wisa ji hev hez dikir, evînek zêdeyî evînê
    Min û Annabel Lee
    Evînek wilo bû ku milyaketên banê banî
    Xwezîya xwe pê dianî
    Û ji ber vê, gelekî berê,
    Li wî welatê kevîya behrê
    Reşebayek ji ewrekî gobilî hat, ferihand
    Delalîka min Annabel Lee
    Axir lêzimekî wê hat
    Û ew ji min dûr kir
    Di gortengekê de bêdeng û dev kir
    Li wî welatê kevîya behrê
    Milîyaket li banê banî nîvê me jî ne bextewar bûn
    Ji me dihesidîn-
    Erê lêê! –ew bû sersebeb (wekî ku hemû kesî dizanî
    li wî welatê kevîya behrê)
    Ew reşeba gobilî ji ewrekî, nîveşevekê
    Delalîka min ferihand, kuşt Annabel Lee’ya min
    Lê evîna me gelekî xurttir e ji evînê
    Evînên berî me-
    Evînên gelekî ji me zanatir-
    Ne milyaketên banê banî
    Ne cinên di binê behrê de
    Dikarin giyanê min qut bikin
    Ji giyanê delalîka min Annabel Lee
    Lew çawa hîv derdikeve xeyala te dibiriqe
    Delalîkê Annabel Lee
    Û ji dêla stêran çavê te dibiriqin
    Delalîkê Annabel Lee
    Û wisa xwe dirêj dikim bi şevgarê li rex
    Delalîka xwe, cana xwe, jîyana xwe, kebanîya xwe
    Li rex gora wê, li kevîya behrê
    Li ber delodînîya pêlên wê.”



    01.03.2022 22:31 | ezcan

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    destkol
    dengdanên dawîn (yên din..)
    newroz [6]
    greta thunberg bibînê ku di Newrozê de bi hezaran lastîk tê şe...
    arduino [2]
    kartek elektronik û wek komputerek piçûk e. di aqilmendkurd de li kot...
    kampanyaya newrozê ya erzaniya pirtûkan [1]
    Di demek dirêj de min dixwest ez pirtûkên Helîm Ûsiv bixwînim îcar hêv...
    şêr şêr e çi jin e çi mêr e [1]
    faris jî gotinek wisakî dibêjin: (stur: شیرکه از بیشه درآم...
    kampanyaya newrozê ya erzaniya pirtûkan [1]
    bi saya vê kampanyayê çend pirtûka li pirtûkxaneya xwe zêde bikin . ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » edgar allan poe
    » poetîka

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî