Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
dagirkirina rûsyayê ya ûkraynayê

dagirkirina rûsyayê ya ûkraynayê

2. Êrîşa destpêka şerê cihanê ye. Vîladîmîr pûtîn haziriya xwe ya şer a ku bîst salî bi vê êrîşê û îlhaqê xiste merîyetê. Wer xuya dike xwe ji kesî re naçemisîne û hesabê tu kesî nake. Niha dewletên natoyê û ewropa bi cezayên aborî li hember rûsya derdikevin û bi alîkariya dayîna çekan piştgiriya ûkraynayê dikin. Niha rûsya ji warê aborî û statuya navdewletî gelek kete bin zextê. Êdî ji şer pê ve çi rê li ber pûtîn nema. Ger emerîka midaxilî şer bibe, çîn û koreya bakur jî di amadebaşiyê de ne. Lewra kîm yong ûn dîsa dest bi cerbandina moşekên nukleer kir û derdorê ditirsîne. Herweha îro daxuyanî daye ku gotiye bila gerdûn ji şerê cîhanê yê sêyem re amade be. Piştî van dewletan îran jî li pişta rûsyayê ye. Niha herçiqas tirkiye xwe weke bêteraf bide xwuyakirin û yek ji dewletên natoyê be jî, dixwaze rûsya biser bikeve. Loma jî di hilbijartina derxistina rûsyayê ji konseya dewletên yekbûyî de raya xwe bikar neanî. Her weha diyar kiriye ku wê tu cezayên aborî jî li ser rûsya nesepîne.

Belê ji me kurdan re wateya vî şerî çiye. Rûsya dijminê kurdan e. Yekser jî li rojava hêza yekem ya li hember statuya kurdan e. Li sûrî dixwaze kurd vegerin berya 2011an û tenê wek xweseriyek şaredarî bimînin û artêşa wê beşdarî artêşa sûrî bibe. Ev yek jidestana hemû destkeftiyên kurda ye. Li îranê û rojhilat dîsa hêza yekem e ku piştgiriya dewleta îranê dike ku dewletek dagirker û barbar e. Li başûr bi destê hêzên di bin desthilata îranê ên weke heşd el şabî, ji sedî 51ê axa kurdan ji wan stend e. Li her çar parçeyan dijberî berjewendiyên kurdan dixebite û ger biser bikeve wê bo kurdan nebaş be.



03.03.2022 02:26 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dagirkirina rûsyayê ya ûkraynayê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî