Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
siberiade

siberiade

1. Film derheqê sê nifşên malbatekê de ye ku qedera hemûyan nêzî hev e û cih û warê wan bûye cinet û cehnima wan. Di heman demê de kurteyek ji dîroka ûris ya sedsala 20. e. Film ji aliyê partiya komunîst bi bûtçeyek mezin hatiye piştgirîkirin û kişandin. Senaryonivîs û derhênerê filmê andrey konçalovski ye. Ev derhênerê serkeftî heman demê de birayê lîstikvan û derhênerê navdar ku di vê filmê de jî cih girtî nikita mihalkov e. konçalovskî fêm kiriye ku nikare ji bin vê barê derkeve bangê hevalek xwe yê din jî kiriye û du senaryonîvîsa encax ev bara hildaye. Lê dîsa jî rêvebiriyê ne ecibandiye û tevî ku filîm xelat girtiye jî gotegot û kurtepistên li paş sernaryonivîs derketine mecbûr hiştiye ku koçî dya yê bike.

Piştî van agahiyan heke em werin ser filîm, him rexneyê tîne ser rêveberiya komunîst û him jî bi pesn û wesfên girs derdixîne asîmana. Çi bi dîmenên berbiçav çi jî yên veşartî. Filîm ji serdema çariyê dest pê dike. Yanê ji demsala zivistanê dest pê dike û berê ve buhar û havînên bi xwezayê ve yekbûyî tînin pêş me. mebesta filîm ya sereke petrol derxistina welatên sibîryayê ye. Bi metaforên xwe yên veşartî, çîrokên xwe yên ku bi xalên biçûk bi hev ve tên girêdan û bi hûrgulî, sehne û dîmenên xwezayî, lîskvan û lîstikvaniyên serkeftî şahiyek mezin ji bo bîneran pêşkêş dike.

Ji du beşan pêk tê. Beşa ewil behsa berî şoreşê û şoreş û piştî şoreşê dike. Beşa duyem behsa salên şêstî dike. Yanê karin bêjîn behsa serpêhatiya dîtina petrolê dike. Derhêner beşa ewil bi hûrguliyên ne kêrhatî fetisandî ye. Jixweber mirov xilmaşî dibe. Lê beşa duyem hebekê din zindî û herikbar e. Ez ji beşa duduyan qet aciz nebûm.

Filmek serkeftî û xweşik bû. Bi rastî hêjayê pesna ye. Lê nehatiye cihê ku heq kiriye. Gelek kêm kes û malperan wesf û pesnê filmê daye . Lê mîna min got hêjayê darî kirinê ye. Her tiştî bidin alî ev muzîka filmê ku ji aliyê çêkerê mûsîqayên filman edward artemievê ku ji bo filmên tarkovskiyê hêja jî muzîk çêkirine bi her tiştî ye :





17.03.2022 18:20 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» siberiade

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî