Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 53 peyam
wan

wan

26. Li Bakûr; mezinbûna dewer a bajar de piştî Erzirom ê bajar ê duyemin mezin e. Li mezinbûna navenda bajar de jî bajar ê herî mezin Wan e. Serasera vir jî piştî Riha, Entab û Amed ê de bajarê mezin ê çaremin e. Navenda wî çiqas mezin be jî pêşketina navenda bajar, ji Entab û Amed ê gelek paşvetir ma ye. Golek e pir mezin li vir e, gelê vir dibêjinê Behra Wan ê, û em dikarin bêjin ev gol can dide vî bajarî. Sala 2012 yan, ji gorî rêveberiya dewlet a Tirkiye bûye Bajar ê mezin 3 navçeyên navendî û 10 navçeyên din girêdayî Wan ê ye lê em dikarin bêjin Colemêrg, Agirî, Mûş û Bilîs jî gelek mijaren de girêdayî Wan ê ne (Agirî û Mûş hinek mijaran de ser Wanê ne û hinekan de jî ser Erzirom ê ne, ez bawer im navçe bi navçe ferq heye) ji ber ku mixabin li van bajaran pêşketin pir kêm maye. Ji xwe li Wan ê de serasereki pir bi hêz li van bajariyan de pêk tê, yên din jî li navçeyên Wan ê koçberî navendê bûne û em nikarin li navenda Wan ê de behsa xwecihan bikin.
Ji ber ku li Şerê Cihan a Yekem de xwecihên Wan ê yên Ermenî, Kurd û Tirk an gelek mirov tên kuştin û koçber dibin. Navenda bajar hemû tê xwarê û xeynî çend mizgeftan her tişt hildişe. Piştî avabûna Komar a Tirkiyê, Azerî yên li Îran ê koçber bûne û li vir tên cih kirin, Ermenî û Kurd ên piştî şer mayî jî bi destên van tên asîmîle kirin (taybetî Ermenî yên sax mayî û koçber nebûyî tên asîmîle kirin). Pişt ve gelek salan Wan dibe wek bajarekî Azerî yan û li dîroka fermî de jî wisa tê nasdayîn. Azerî yên Wanê dibêjin em Tirk in û ji eşîra Kuresunnî ne ((bnr: )kurhesinî ) û Kurd ên vir dibêjin e Azerîyan de Ecem ((bnr: ) Acem ) lê ew dibêjin em Ecem nînin. Paşve gelek Kurd ên navçeyan û bajarên li derdora Wan ê û hinek Ereb ên navçeyên Sêrt ê koçberî vir dibin û seraser pir zêde dibe. Taybetî jî salên 1993 û 1996 yan dema agirdayîna navçeyên Colemêrg û Şirnex ê gelek mirov bi pêwistî koçberî vir dibin. Niha em dikarin bêjin navenda bajar ji %10 Azerî (Ecem-Kuresunniyên Tirk) %2-3 Ereb %5 Tirk û %80'ê zêdetir Kurd (Kurmanc) hene. Li navçeyan jî seraser nêzî %90-95 Kurd (Kurmanc) in. Seraser a navend ~650.000 û seraser hemû ~1.150.000 e. Pir koçberî li Wan ê pêk tê lê ji Wan ê jî pir koçberî bajarên rojavayê Tirkiyê dibin.
Navend a Wan ê bi sê navçeyan pêk tê: Rêya Armûşê (İpekyolu), Tûşba (Tuşba) û Artemêtan (Edremit). Dema Wan bû Bajarê Mezin, Şaredarê yekem (bnr: )
Bekîr Kaya bû, û li gori gelê Wan ê wî zilamî Wan ê re pir xizmet kiriye. Her sê navçeyên navendî jî sinora wan bi golê re heye û dema Bekîr Kaya şaredar bû parqekî mezin ber golê li nav sinorên Rêya Armûşê de, piştî ku qayûm 2016 yan de hat ser şaredariyê li Artemêt û Tûşba yê rêya sahîlê hat çêkirin û ev her sê cih jî ji bo Wan ê gelek xweş pêk hat. Navçeya herî mezin Rêya Armûşê ye û em dikarin bêjin navenda navendê li vir e, li Wan ê tiştên herî girîng li vir in. Pişt ve Tûşba tê û hilbera wanê li vir e, senayî û endustriya Wanê li vir pêk tê û zaningeh jî li vî navçeyî ye. Li navendê de navçeya sêyem û herî dawî Artemêtan e, Artemêt berî Bajarê mezin jî navçe bû û ku Wan bû bajarê mezin Artemêt jî tev bû û sinorê xwe mezin kir. Artemêt bi otel û restorant ên xwe yî lûks tên zanîn, cihekî pir xwezayiye, li vir behr û daristan hemberî hev in. 3 TOKİ yên mezin wek 3 navçeyan ser çiyayên vir in û nexweşxaneya herêmê a herî mezin li Artemêtê ye.
Xeynî 3 navçeyên navendê, 10 navçeyên derdorê jî girêdayî Wan ê heye. Ji wan navçeyan a herî mezin Erdîş e, navçeya seraser û pêşketînê de herî mezin e. Mixabin navçeya ku herî zêde asîmîle bûyî ev der e (ji xwe navçeyan de tenê navenda Erdîş ê asîmîle bûye) lê gundên vir hew qas asîmîle nebûne, gundekî Qirgiz an li vir 1983 yan de bi destê dewletê hatiye avakirin û serasera vir nêzî 4.000 e (Ulupamir). Piştî Erdîş ê navçeyek e ku em bêjin ev navçe pir mezin e tinne. Piştî Erdîş ê bi rêz: Qelqelî, Ebexe, Bargirî (Bêgirî), Elbaq, Payîzava, Westan, Mehmûdî (Serav), Şax û Mîks e. Li Qelqelî yê 2 gundên Laz an heye ku sala 1965 an de bi destê dewletê vir hatine cih kirin (Dönerdere û Emek), Mehmûdî (Serav) jî navendê nîvê seraserê Ecem (Azerî ) e lê gund hemû Kurd in, Westan navçeyeke pir xweş e û wek Artemêt ê xwezayî ye, ez bawer im 20-30 sal pişt ve ev navçeya jî wek Artemêt ê be. Li Payîzava yê çend gundên Ereb ên Sêrt ê hene lê wekî din nêzî 120 gundî hemû Kurd in, yek ji wan Ereban jî (bnr: )Hüseyin Çelik e. Erdîş, Qelqelî, Ebexe, Bêgirî, Serav ji gorî çand û erdnîgarî wek hev didin û ew Serhedî ne; Elbaq, Payîzava, Şax, Mîks û Westan jî wek hev didin û ew jî Behdînanî ne. Ji xwe hûn bi du hevên ji van herêman xeberdin hûn ê ferqa devokên wan bibînin.



04.04.2022 15:26 ~2022.04.07 20:11 | pêşewa

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol