Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
ceyrana qaçax

ceyrana qaçax

15. Mixabin kurdên me ev ji xwe re kirine edetek û wekî ku tişteke pir baş dikin pê pesnê xwe didin û di nav civatan de li ser henekan dikin, dibêjin, dikenin. Belkî bi vê rêyê pereyên wan ên ji bo ceyranê hindiktir diçe lê tişta dijîn hew hetiketiyek e ku hay jê nînin. Yan jî êdî dane navê û nayînin ser xwe.

Vê gavê li gundekî Mêrdînê dixebitim ku hemû gundî cayranê bi qaçaxî bi kar tînin. Li gund nav rojê hema bêje bi dehan caran ceyran diçe û tê. Ez mamoste me û di dersên xwe de depên nû yên bi aqil gellek caran bi kar tînim lê mixabin ji ber çûyîna ceyranê tu feyzê ji wê dersê nastînim. Di dibistanê de jî ji ber vê em tim şepirze dibin.
Xûya ye Dewlet ji ber ku bi wan nikare hew ceyranê ser wan de dibire. Li ser vê meselê dema ji xwendekaran pirsan dikim tim gilî û gazincan dikin ku timî ceyran ser wan de diçe yan tiştên wan ên elektronîk zû xera dibin an havînan ji germê dibecin û filan bêvan...
Ji xeynî vê jî tişteke balkêş e, ji ber ku ceyranê hema bêje bê pere didin xebatê, bi wan re di vî warî de hesta "heyf"ê hema bêje qet nîne. di her malê de sê çar klîma hene yan zivistanan sobeyê danayînin li cihê wê sobeyên ceyranê yan xalîçeyên bi ceyranê germ dibin bi kar tînin. lampeyan lazim an ne lazim vêxistî dihêlin, bi kêfa dilê xwe ceyranê zayî dikin.

Ya rastî mesele ne tenê ceyrana qaçax e. di nav Kurdan de bê isûlî, qaçaxî bûye wesfek ku di her warî de vê dikin. Heta ku vê rojê haja min pê çêbû ku Shell'a Qoserê mazota qaçax difiroşe. Vir e yan rast e nizanim lê hevalekî ji dibistanê ji min re got: "tu belasebep bi buhayekî zêde mazotê ji shell'ê distînî. Ji dêvla wê here ya erzan bistîne çêtir e." dema min ev bihîst carek din ji vî halê Kurdan pir aciz bûm. bi rastî ev şermeke mezin e ji bo me û ji bo pêşketina civakê jî astengiyek e.



22.04.2022 20:33 | xeyda

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» ceyrana qaçax
» qaçaxçitî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî