Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
ceyrana qaçax

ceyrana qaçax

19. ceyrana qaçax û tiştên din yên qaçax an belaş zirarên gelek mezin û metirsîdar li ser kesayet û civaka kurdan çêdike. gelek caran karê ku mirov dike dibe parçeyek ji karakterê mirov. pêşiyê belkî ji neçarî diziyê dikî pişt re dema ew şertên te neçar dikin an bêgav dihêlin ji ser te rabin jî ew dizî, ew hesta bêyî ku karekî bikî tiştekî bi dest dixî bi te şirîn tê û tu naxwazî dest û dilê xwe jê bişû, ew tişt dibe parçeyek ji kesayeta te, ne tenê di ceyranê de di tiştên din de jî hewl didî diziyê bikÎ û li rêyên neqanûnî digerî, an destpêkê li hemberî dewletê vê yekê wek mafekî dibînî lê pişt re heman tiştî li hemberî kesên ji rêzê jî dikî, eger keysa te jê hat diziya wan jî dikî, di bazirganiyê de, di siyasetê de, di têkiliyên xwe yên bi mirovan re ev kesayeta te xwe dide der. û tu nikarê xwe jê xilas bikî, bi qewlê gotineka pêşiyan devê elimî viran qûna elimî tiran çênabe heta kurê kuran anku ev taybetî heta du nefşan wek dohnê teniyê wê bi te ve bimÎne.
alîkariyên civakî yên ku dewlet bi navên cuda wek meaşê kalîtiyê, meaşê zarokan, meaşê astengdaran, alîkariya sotemeniyê û ya qûtê salê dide di rastiyê de ji qenciyê bêtir xirabî ye, ji feydê zêdetir zirarê dide xelkê û civakê. mirov hînî belaşî û betaliyê dibin. bi mirovan re li hemberî dewletê çanda minetdarî û kurtêlxwarî û parsekiyê çêdibe, ji wan we ye qey dewlet wan alîkariyan ji kîs xwe dide nizanin an xwe ser ve nabin ku ew pere baca ji xelkê dixebitin tên berhevkirin û li wan tê belavkirin. mirovê hînî qaçaxî û alîkarî û belaşiyê bûye di kesayeta wan de derz û qelîştekên mezin çêdibe newêre an nikare îtîraz bike, rexneyan li dewletê bigire, hînî şikirkirin û îtaatê dibe. eger yekî tehnek daye serê xwe dike di ber xwe de.
dewlet bixwaze di nav mehekî de dikare rê li ber ceyrana qaçax û tiştên din yên neqanunî bigire, lê bi zanebÛn nake. ji ber ku kesên ceyrana qaçax bikar tÎnin an bi alÎkariyên dewletê debara xwe dikin, li ser lingan dimînin çawa ew nan ji ser wan qut bû wekê pêketiyên tiştên hişbir, ji bo dewletê dibin cihê xetere û metirsiyê. tev li rêxistinên dijî dewletê dibin û hwd.
yên çûne başûr dîtine, xelkê başûr pirraniya wan tiral û tembel in, naxwazin bixebitin. ji ber ku sedam bi pereyê neftê tiştên pêdivî û bingehîn dida wan, îro dîsa hikûmeta başûr çend tiştên pêdivî û bingehîn dide wan, hema bêje herkes mûçegir e an ku ji dewletê meaş distîne, kesên mûçegir heta ku mûçeyên xwe yê nanoziko distînin dengê xwe nakin, hikûmeta başûr dizî û gendeliyê bike, here bi dewletên din re peymanên dûrî berjewendiyên kurdan deyne, di nav civakê de rêjeya destdirêjî û kuştina jinan zêde bibe, ne xema wan e, tenê dema mûçeyên wan bi derengî dikeve derdikevin kolanan û hew. li gelek welatên din yên ereb û asyaya navîn ev sîstem heye û bi vî awayî kesên despot û totalîter heta ku derbeke ji derve nexwin li ser desthilatdariyê dimînin.
yên naxebitin û ceyrana qaçax bikar tînin an yên bi dek û dolaban alîkariyên civakî distînin dibêjin qey ew dewletê dixapînin lê di rastiyê de dewlet wan dixapîne, hişê wan, Îradeya wan bi çand kurtêl û bertîlan ditevizîne, dîl digire, karakterê wan dejenere dike.



26.04.2022 14:21 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ceyrana qaçax
» qaçaxçitîya cixare

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî