Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
bûyerên ku dilê tirşikvanan herî zêde xemgîn kiriye

bûyerên ku dilê tirşikvanan herî zêde xemgîn kiriye

1. meteka min heye. xwedê dirêj bike, temenê xwe qasê 75 salî ye. dema em zarok bûn ji me re çîrok digotin. çîrokbêjek pir rind e. tirkiya xwe ne baş e. lowma em giştkî jê re bi kurmancî deng dikin (diaxivin). bi xêra wê zarokên mala me hemûyan kurmancî hû dikirin.

neyse. ez werim ser mijara ku min dixwest îro li ser biaxivim.

lavikê meta min demek berê bi keçikeka tirk re zewicî. keçeka sînopî ye. ez şermezar nakim. keçik ne nijadperest e. min tu carî nedîtiye ku ew dew dirêjê zimanê me dike û rexne dike. lê ya ecêb ew e ku piştî ku lavê meta min zewicî, lavê meta min bi xwe gelek guherî. ji eslê xwe, ji zimanê kurdî şerm kir.

doh min xwest ez telefonê meta xwe bikim û êdiya meta xwe pîroz bikim. min telefon kir, meta min hilda. min weke her wextê başlê kir bi kurmancî deng kir. meta min jî bi kurmanciya xwe ya xweş deng kir. lê li odê dengeka hêrrs bûnê hat. lavê xwe li meta min re digot: ‘sana kaç defa söyledim, türkçe konuş!’

li ser wê yekê,

meta min jî got ‘temam’ û bêçare başlê kir bi tirkiya xwe ya kêm deng kir.

‘iyiyim, sen nasılsın?’ ‘ne zeman gelecaxsin?’...

pişti çend hevokan tirkiya xwe xilas bû.

ji xwe kêfa min jî çûbû me axaftina xwe qedand.

halbûkî ger me bi zimanê xwe bipeyivî bûya, dê meta minê demek dirêj qala rabirdûyê bikira. qala wan demên koçeriyê, deşt û zozanan, zarokatiya min hûrik hûrik bikira.

çi heyf. ew 2 roj în ez bi wê bûyerê xemgîn im. bi rastî kesên ku herî zêde ji kurdî nefrert dikin ne tirk in. ew kurd bi xwe ne.



04.05.2022 05:56 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bûyerên ecêb yên li malên xwendekaran
» dilê fireh pîr nabe
» herîsork
» zêdebûna şiroveyên bi kurdî di bin videoyên youtubê de
» xemgînamed

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî