Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 13 peyam
    mastodon

    mastodon

    7. hinek xeletiyên rêzimanî tê de hebe jî navrûya malperê bi tevahî hatiye kurmancîkirin. (her wiha ya soranî jî hatiye wergerandin lê min venekoland ka di çi astê de ye.) kê kiribe xwedê jê razî be. jbk geroka min a sermaseyê ya vivaldi kurmancî ye, dema ketim Here lînkê rasterast bi kurmancî ket dîmendera min û pir pir kêfxweş bûm, nikarim vebêjim.

    Here lînkê

    her wiha jbk di sazkariyên min ên geroka androidê de zimanê min ên xuyanga malperan wekî kurmancî hate sazkirin di wê de jî wekî kurdî tê pêşkêşkirin.

    Here lînkê
    Here lînkê

    lê heman tişt bo firefoxa android ne derbasdar e. wekî tê zanîn navrûya wê ya android kurdî ye. lê dema tu têdikevî ya tirkî tê ber me. min li sazkariyê neriya, mixabin tê de hilbijartina zimanên navrûya malperan tune ye, yan jî min nedît. her wiha, di nîsana çûyî de **asoxî** malpera mastodon sepana xwe ya fermî weşand û zûka ketim f-droid. lê tê de tunebû. hêviya min di qirika min de ma. lê ji ber meraqa zimanê navrûya wê, ez ketim google playê û min daxist. mixabin, di sepana fermî de sazkariyên ziman tune ye, rasterast zimanê telefonê digire (min lê neneriya, feqet texmîn dikim wegera androidê jî hatiye kirin lê mîna vivaldiyê, ji ber ku di androidê de zimanê kurdî tune ye, xebata wergerî bêwate dibe -piranî). hêviyekê din a şikestî. li vir giringiya kurdîkirina android derdikeve pêş. û helbet divê kurd sazkariyên xwe jî bi ya kurdî bikin da ku karibin malperên bi kurdî bibînin. (mîsal min bi vê riyê dît ku canva jî kurdî ye. [kurdiya canvayê pir xerab e, berate ye adfasfgsdh])

    li vir bikarhênerên nû dikarin ji xwe re rajekarekê hilbijêre û xwe li ser mastoyê tomar bike.Here lînkê



    29.05.2022 13:54 ~14:29 | biruya hayao miyazaki

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (yên din..)
    xeyalên tirşikvanan [3]
    xeyalî min gelêk in bellam hendek şit taybetî ne bellam ewey ke taybet...
    mêrên ku kîlotên rengorengo li xwe dikin [4]
    mêrên ku divê mirov heqê wan teslîm bike ne. helal be ji wan re û wele...
    wateya jiyanê [1]
    wateya jîyanê eve ye ku yan tu ê bi dirêjahîya hemû jîyana xwe li ser ...
    avhewa [1]
    bo pênasekirina xwezaya erdeke berfireh a li ser dinyayê tê bikaranîn ...
    nebûna keçikên henekoy [2]
    mijara ku min cara ewil xand, min go qey henekoy navê gundekî ye * ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mastodon

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî