Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
newpipe

newpipe

2. rajegirekê youtubeê ye û belaş e.

bo zimanê sepanê vebijarka kurmancî jî heye, ji kengî ve vê xizmetê dide nizanim lê min ji cihekî nebihîst. sê çar meh in, bi kar tînim. hema do twîtek bala min kişand ku qala daxistina vîdyoyên youtubeê dikir bi kurmancî. wê kêliyê newpipe hat bîra min ku bi hêsanî mirov jê vîdyoyan dadixe. lê neriyam û tew di lîsteyê de kurmancî heye. xuya ye nû hatiye lê zêdekirin, jbk tgava ez sepanek dadixim, teqez li nav zimanan zarê şêrîn dinerim.

wergera wê hinekî kêm e û fêmbariya wê jî piçekî zehmet e. lê dîsa jî xweş e. dixwazî ji malpera wê Here lînkê dixwazî ji f-droidê Here lînkê daxe.

her wiha. berî newpipeê min brave bi kar dianî bo di paşrûyê de muzîkê guhdar bikim. (ji xwe pêdivî tune ye bibêjim, tê de reklam jî rasterast tê astengkirin) lê di nav demê de vîdyoyên muzîkan xerabû, yanî mirov nikare li vîdyoyan temaşe bike. ji xwe derdê min ne ev bû. lomamin dewam kir. lê îja pirsgirêka girêdanê derket. dema tu dîmenderê digirt, muzîk jî dihat girtin. loma ez ketim lêgerînê. newpipe hat ber min.

yek ji taybetiyên xweş û erênî ya newpipe ev e: tu dikarî bêyî tomarkirin, bikeve şopa kanalan. ename an jî telefon naxwaze. kodên wê li githubê vekirî ye. reklam tê de tune ye, şopgerên bigtechê tune ye. daxistin pir hêsan e. lê bi ya braveê, ya neyînî ev e: gava tu dîmendera telefonê digire û dikeve moda paşrûyê, muzîk bo yek-du sanîye disekine. heke tu muzîkê bi dengekî bilind guhdar dikî, ev sekan rehetiya guhdarkirinê xera dike, hema çenikek be jî guhê mirov diêşîne. (lê heman tişt bo tabletê tune ye. ecêb e jbk her du jî android in.)



11.06.2022 14:23 ~2022.06.12 10:05 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» newpipe

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî