Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
dudiliya jîjoyan

dudiliya jîjoyan

1. Dudiliya jijoyan, kêşeyeke derûnî ye ku pirî caran di têkiliyê mirovan de xuya dike. Ev dudilî cara yekem ji aliyê Schopenhauer hatiye vegotin.

Heta ku tê bîra min, min her tim di têkiliyê xwe yên bi mirovan re de nêzîkbûnê wekî tiştekî gelek baş fêm dikir. Ger bi rastî jî ew kes bi min re, tiştên xwe yên taybet parve bikira û samîmîyeta roja yekemîn her tim nîşan bidana, ji bo min ew kes cihek mezin digirt. Bi vê encamê, min jî her tiştê xwe pê rê parve dikir. Lê piştî demekê, êdî zêde nêzîkbûn dibû sedema hin tiştên sosret. Kul û derdên wê/î kesî dibû kul û derdên te, raman û kiryarên we dibûn wekhev. Êdî piştî dêmekî din me ferq dikir ku zirarê didin hev û piştî cihekî wekî ku em ti car ne hevalên hevê bin, dewamî jiyana xwe dikir. Ev gotinên min ên jor hem di derbarê hevaltî hem jî di derbarê xoşewîstî de bûn.

Bi van tecrûbeyên xwe min ferq kir ku di têkiliyên mirovan de di vê tiştek sereke hebe: Mesafe...
Nivîskar û fîlozofê navdar Schopenhauer jî di derbarê vê mijarê de metaforek gelek xweş daye. Ka em binêrin metafora wî çawa ye? Navê metafora wî dudiliya jîjoyan e. Li gor Schopenhauer ku di pirtûka xwe ya bi navê gotarên felsefîkî yên kin de derxistiye pêş vê dudiliyê wisa derdixe pêşberî me.

"Di sibehek sar ê zivistanê de, komek jîjo ji bo neqefilin nêzî hev dibin. Hinek dem derbas dibe ferq dikin ku laşê wan dişewite. Dibînin ku strîyên wan dibe sedema şewatê û ji hev vediqetin. Dîsa dicemidin û nêzî hev dibin, çawa strîn di wan de diçe ji hev dûr dikevin. Her çiqas ji bo germ bibin nêzî hev bibin, heman demê de êşek di laşê xwe de hest dikin û jihev dûr dikevin. Ev paradoks heta ku mesefayeke ku hem strîn di wan de neçin hem jî hev germ bikin bibînin berdewam dike."

Ger bi vê çîrokê derkevin rê, em ê bibînin, ji ber me mesafeyek nedaye dayîn ji hêla bi mirovên ku em bi dil û can bi wan re ne êşên mezin bikşînin. Ev êş dibe ku bibin birînek kûr û ev birîn jî bibe sedema bixwe re mayînê. Li gor vê dudiliyê her çiqas hûn di têkiliyê mirovan de bi dilekî xweş nêzîk bibin jî, zêde zêde samîmî bibin jî piştî cihekî êdî hûn ê li hev nekin û zirarê bidine hevê. Ji ber ku hûn hinek sînoran jibîr dikin. Hin sînor hene ku divê ti car jê derbas nebin. Ger derbas bibin êdî hêdî hêdî têkiliya we bihêje û kortikên kur di navbera we de vebibe. Di destpêka têkiliyê de her tişt xweş berdewam dike û hûn dibêjin ez bawer nakim ti car navbera me vebibe lê em mirov ajalek sosyal in, hin pêwendî û sînorên me hene ger ev pêwendî û sînor neyên dîtin, xemgînî û lihevnehatin dê têkiliyên me de rû bidin.

Ji ber vê, metafora jîjoyan ne tenê di nav evîndaran de, divê di nav hevaltî an jî têkiliyên din de jî bê bîranîn. Divê di her têkiliyê de mesafe û ji jiyana taybet re birêzî hebe. Her wiha di vê metaforê de divê ev jî ji ber çav neyê hilandin. Divê mirov di têkiliyên xwe de mesafeyê zêde venekin da ku têkiliyên me nequlifin, ango ber bi tenê mayînê ve neçin. Ango divê mesafeyek wisa bidin dayîn ku bi her awayî her tim têkiliyên me xurt bin.



14.06.2022 18:44 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» dudiliya jîjoyan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî