18. min "gîtar"a xanim sê çar caran godarî kir. îsyanekê mezin dihewîne. di hêrana godarîkirinê de min hemû gotinên stranê ji devê kurdekê bihîst. kurdên ku ji xêncî xwedê kesekî wan tune ye, û bi min, ne ya heyrê ye ku îsyan jî ber bi wî be - ji ber vê halê ku ji mirinê xerab e. di destpêka stranê de dengên pelên behrê tê guhê meriv. her wiha di nav gotinê de jî av û masî û tor derbas dibin, her wiha gor û mirin. du kurd tên bîra min, di nav avê de xeniqîbûn di riya penaberiyê de. yek alan kurdî herkes dizane û yê din jî bariş yazgi bû*. îja meytê duyem bi saya kemana wî hatibû naskirin. ev strana "gîtar" ew anîn bîra min. bêxwedîtî û bêkesî ew kuştin di nav avê de. stran hestên tevlihev dide min. lê divê mikur bêm, ji aliyê mûzîkalîteyê ve tiştek tê de kêm e. nikarim xwe ji sedî sed bidim wê. tiştin li hev nayên. tarîstaniya gotinan û kêf-û-dîlana mûzîkê li hev nayên. belkî jî senaryokirina hestên stranbêjê bi vê lihevnehatinê divê, nizanim lê belê tehma min a hunerê nagihije armanca wê. |
|
07.08.2022 09:52 |
biruya hayao miyazaki
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |