Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
wêranşar

wêranşar

5. Piştî mayîna 5 sal û çar mehan li vî bajarî hin şor û galgal û qisetên nav xelqê de her berbelav û meşûr e:

*Delalê dilê min way delal wez nemînim
*Di nav xelqê de em bûn reng
*Dodka û seyîda şer kirî û kesek hatiye kuştin, dibêjin şesed milyar heqê xwînê xwestine û di nav eşîrê de beş kirine
*Li gundê ereban, Li girê edşanê tirba derwêşê evdî heye û bêxwediye
*Keko ev şerqînin, şeytîn dihewînin
*Ma kalikê me na jî ji diyarbaqirê hatine
*Na keko kes nikare zora eşîra me bibe
*Tu çi xelkî, ji kîjan berî?
*Ufft, çi xweş baz dide(direqise) eynî bala meriv li dinê tê!
*Ev camêra donema berê di hdp ê de bû niha jî, ji destê wî ala tirkan nakeve
*Na lo wêranşar ewqas ne xerab e
*Yaw na keko di wextê de yekê got were li vir kar û pere pir e min goh nedaye. Weleh xwezika ez biçûyama ji vê cihê pîs û bîhnokî
*Ahahahaha yaw rockçiyê we kêm bû ha îja. Erê yaw vedat taniş tu nas dikî, weleh ballada şivanekê dibêje meriv pê re dihelli.
*Xaltiya nûrê, pifki bilûrê, heta tenûrê*
*Erê ez her havîn diçim alman, ma li wir merivê me û dostê me pir in. na lo nayin, kî dimîze wêranşar?
* Erê ma pîrika min jî gelek dengbêj û mesela zane
*Em eslê xwe dêrikî ne lê li vir kar bêhtir bûye kalikê me hatine
*Ha li ser rêya diyarbekir gundek şerqiyan heye û ya din hewkî dûri
*Em biçin berxût, li kebab kî xin?
*Were cem seet qûlesiyê
*Erê erê dibêjin heft cara xera bûye lewma gotine wêranşar
*Ma tarîxa wêranşar jî gorî xwe heye, dîkmeler û ewk û dîkmeler û...
*Na birao, bêgoşt em nikarin îdare bikin
* Ê keko hûn ji wêranşar hez nakin nanê wê nexwin wey!
*Bisekine bisekine, carekê borusan flarmonî orkestrasi hatiye kultur merkezî yê û vana lêxistine lêxistine a soxîn yekî xwe hew pêgirtiye û rabûye niga gotiye "abê siz niye şarqî soylemiyorsiniz?"...
*Na law dibêjin seba cihê parqê nedayê erebê lewma serê wî şikandiye
*Ê keko were ji te re êvarê goştê ser selê çêkin û emê nanê xwe yê sacê jî bavên ser û bixwin
*Heke îja jî law neyine ewê bibîne ezê çawa bizewicim
*Na yaw, te nizanîbû zinarê xamo ji vir e?
*Ma ez keçika xwe bavêjim bazara wêranşar wê tew nedin sed milyar qelend bidin heyra!
*Erê lê xalanê me şerqî ne, lê dawiyê re bûne bisilman.
*Wî nebixêr, hat vir xera kir û cehnimî!
*Tu nizanî şora bikî lo!
*Şamik û goşt hebi daweta dê û bavê mini
*Ken û kêf helahoop!
*Min fam nekir, ma çima ji min pingiriye?



29.08.2022 10:14 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wêranşar

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî