Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
delîl dîlanar

delîl dîlanar

18. Dengbêjê ku piştî 27 salan hatiye welat û heta niha çend cihan derketî sehnê û duh (24.09.2022) li wanê konsertekî mezin dayî ye. Konserta duh gelek xweş bû û gel bi coşekî mezin tev li konsertê bû. Lê 15 roj berî niha dema ku delîl dîlanar bang kir ku ê konsertekî li wanê ji bo gel bê pere bide û cihê wê jî parqa bajar a rêya armûşê be hin kesan bê agahî, li medya civakî dest bi rexnekirina wî kirin. Ev rewş mezin bû û dezenformasyonekî mezin derkete holê. Sedema rexneyê; ji ber ku qada konsertê li cem şaredariya rêya armûşê ye û bê pere ye, gotin ev konsert bi destê şaredariya rêya armûşê tê çêkirin (ev şaredarî bin destê qeyûm e) delîl dîlanar çawa bi piştgiriya qeyûm were. Lê tişta balkêş, ne şaredarî tiştekî wiha gotibû ne delîl dîlanar qala piştgiriya şaredariyê kiribû. Delîl cara pêşî bi strana xwe yî ez xeyîdî me derket piştî stranê got: "bi rastî jî dilê min ji ew kesên wan îdda avêtên holê ma, dibêjin kê vê konsertê çê dike bi destê kê delîl tê wanê. Me Vê konsertê bi sponsorên xwe yî hêja û bi xebatên xwe yî taybetî pêk anî, çêkerên konsertê jî hûn in ev gelê qadê ye, em jî bi saya we dikarin werin." (Gotin peyv bi peyv wiha nîne lê çawa tê bîra min wek vî rengî ye). Pişt re navê sponsoran û kesên piştgirî dayî konsertê xwend (karsazên wanê, karsazên bajarên din, li hewlêrê heta rojhilatê sponsor hebûn)
Ev bûyera carekî din diyar kir, hin kes çawa amade ne ku gel manîpûle bikin û hûnermendê xwe yî bêhempa dikarin bêqedir bikin. Lê ew gelê ku li wê qadê berav bûyî, bi coşekî mezin delîl dîlanar pêşwazî kirî û delîl dîlanar bixwe û bi stranên gotî yekbûnekî xweş nîşan dan.



25.09.2022 03:18 ~03:22 | pêşewa

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» delîla

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî