Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
signal

signal

10. do şev alava çîrokan tevlî pergala xwe kiriye û weşandiye. hêsan û sivik e. li hemberî whatsappê wê şansekê wê hebe -heke koçekê din a mezin pêk bê. jbk di koça pêşîn a salê çûyî de gelek kes ew saz kiribû lê ji ber edetên xwe yên çîrokweşandinê hema rexne lê dikirin û yek bi yek û lez bi lez vegeriyabûn whatsappê.

îro ji hemû sepanên peyamşînerên din ewlehîtir e. bikaranîna wê jî hêsan e. lê belê xelk mehremiyet û ewlehî û nepenî çi ye nizanin, kê guh dide peyamên şîfrekirî û edward snowden û elon musk. (bînin bîra xwe ku rêvebira weqfa signalê xwestekên fbi-yê yên qala zanyariya bikarhênerên xwe her tim vedigerîne, bêbersiv dihêle.)

wergera wê ya kurdî her diçe kêrî pîvazek jî nabe. xuya ye wergêrên wê kar terikandine.

lê tiştê ku kêfa min nehat ev e: wê di nav çend mehan de dev ji piştgiriya sms-şîneriyê berdin. ku qasî du sal bûn, sepana min a sms-şîner ew bû. mixabin nikarim bixeyidim, jbk sebebên wan ên devjêberdanê bi mentiq e. mêrik dibêjin ji xwe em dixwazin xelkê dinyayê bikişînin ser zeviya ewlehtir. bi vê armancê piştgirîdana sms-ê bêmentiq e ku heqê wan hene. wekî tê zanîn sms dikare ji herkesî ve were xwendin, misqalek zanyariya nivîsbariyê bes e bo têketina pergalê. êh şîfrekirina ser bi ser bi serê xwe şervaniya li vê tazîtiya nivîsbariyê dike û nabe ku di heman sepanê de him doza vê yekê bike û li aliyekê din jî rabe smsşîneriyê bike. lê xwezî karibana sepanekê basît dianîna ber me bo alternatîf. ne zehmet bû.

her wiha. ji bo sepanên bingehîn a mobîlê yên hêsan, sivik û çavkaniya vekirî li vê girêdanê bitikînin: Here lînkê her wiha him li f-droidê û him jî li play storeê gihiştbar in.



08.11.2022 19:25 ~21:09 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» signal

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî