Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
rûdawêkî seyr

rûdawêkî seyr

2. gotinên stranê bi soranî:

"ڕووداوێکی سەیر"

ڕووداوێکی وام لێ قەوما ،کە ئیتر عەقل و هۆشم چی نەما /
هێندە سەیرە نازانم به خەون دیتومە یان لە سەر پەردەی سینەما /
توشی دێوەرەیەک بوم ووتم شەوانە بێ خەوم، پەی ووتم چا دەبی /
دەرمانێکم هەیە بیخۆی هەموو شەوانە، خەڵکی باش چۆنن، تۆش وا دەبی //
یەکەم شەو کە دەرمانەکەم خوارد، بە قێز و بێز و ترس و دوو دڵی /
کاتی یازدەی شەوێ دەبوورەوە چوم، بەری بەیانێ لە خەوێ ڕاپەڕیم/
پێش هەموو کەس لە بازاری شار دەرگای دووکانی خۆم کردەوە /
تا ئێوارێ کەرەسەی زۆرم فرۆشت و پارەیەکی باشم بردەوە //
// گیتار ژەنینم لە بیر نەماوە، نازانم نۆتی موسیقاش چیە / "ڕەپ" و "ڕاک" و "پاپ" و "بەند" و "حەیران" ، گیتار و تار ، بۆ من جیاواز نیە /
حەز بە کردەوەی زۆربەی مرۆڤی شارەکەم دەکەم ، هەموو بۆ من تانجی سەرن / بێ هونەری بێ خەم زۆرن لەم شارە ، بەلام کەس بە قەد من لێرە بەختەوەر نیە! //
هاوسێیە کی هەرزەبێژم هەیە جار و بار دەبێتە هاوڕەی ڕێ پێوانم بەرەو مال/
سەیرە ئەو جار پەیڤەکانی لای من سوک نەبوون، ڕۆژی شیرینمی نەکرد بە ڕۆژی تاڵ /
یەکەم جار بوو بە دڵێکی خۆش ، لە گەڕی زەماوەندێکی دا هەڵپەڕیم /
قامبێژەکە دە جار ناومی هێنا و شاباشم دا، دوایەش سی دی قامەکانم لێ کڕی //
// شێت و شووریم دیسان دەستی پێ کردەوە و قامکم بە گیتاری هەڵوەری /
دەرمانم لێ بڕا بگە بە دادم، نێوت بنێم دوکتوور؟ دێوەرە؟ یان پەری؟! //

bi wergera kurmancî:

"rûdaveka seyr"

rûdaveka wa li min qewimî, ku êdî aqil û hişê min çi nema
hinde seyr e nizanim min di xewna xwe de dîtîye yan li ser perdeya sînemayê
li çerçîyekî rast hatim min got bi şevan bêxew im, ji min re got tu dê baş bibî
min dermanek heye tu bixwî her şev, xelkê baş çawa ne, tu dê jî wa bibî
yekem şev ku min dermanê xwe xwar, bi qêz û bêz* û tirs û dudilî
dema yazdeyê şevê diborî ez çûm, sibeyê zû ji xew rabûm
berî her kesî min li bazara bajarî derîyê dikana xwe vekir
heya êvarê min gelek tişt firotin û min pereyekî baş bi dest xist
gîtar jenîn di bîra min de nemaye, nizanim nota muzîkê çi ye
"rep" û "rak" û "pap" û "bend"** û "heyran", gîtar û tar, ji bo min cida nîn e
ji kiryarên piranîya mirovên bajarê xwe hez dikim, hemî bo min tanca serî ne
bêhunerên bêxem pir in li vî bajarî, lê kes hindî min li vir bextewer nîn e
min hevsayekî/a zimandirêj heye carê dibe hevalê/a min ê/a rêpîvana berev malê
seyr e wê carê peyvên wî/wê li min ne tund bûn, roja min a şîrîn nekir rojeka tal
yekem car bû bi dilekî xweş, di govenda zemawendekê da reqisîm
stranbêjî/ê deh caran navê min got û şabaş da min, dûre jî min cd-yên stranan jê kirî
dîn û şûrîya*** min dîsa dest pê kir û tilîya min bi gîtarê hełwerî****
dermanê min nemaye were hewara min, çi navî li te bikim duktor? çerçî? yan perî?

* dema dilê mirovî neçe wî tiştî tê gotin, dilnebijokî
** bawer im mebesta wî ji bendê koma muzîkê ye
*** şûrî nizanim çi ye
**** hełwerîn werîn/weşîn e lê nizanim li vir bi çi wateyê ye



17.12.2022 17:41 ~17:48 | keyomerd

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» rûdawêkî seyr
» seyretmek

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî