Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
seks û ceza

seks û ceza

1. seks û ceza dîroka çar hezar salan a darizandina arezûyê -navê pirtûkê ev e. nivîskarê wê :Eric Berkowitz. Nivîskar , parêzerê mafê mirovan û rojnamevane .
di vê pirtûkê de proseya darizandina seksê bi vegotineke xweş radixe ber çavan .

Seks û em an jî civaka me . Axaftina wê ne pêkane . Hin kes newêrin pirtûkeke wisa bigrin destê xwe îja çawa bixwînin ? Bawerim dema li navê wê mêze dikin xof dikeve hundirê wan û nizanin çi bikin . Bi rastî jî meseleya “seksê” tabûyeke pir mezine . Ne tenê di civaka me de , li Rojhilat û gelek alîyên Rojava jî heman tabûye . Ev pirtûka “Seks û Ceza “yê bersiva gelek pirsên min dan û gelek metirsî jî bêmane kirin . Hema hûn li çi bigerin di pirtûkê de heye . insest, hevzayendî, lîvata , lezbîyen , travestî , rahibeyên laşfiroş , yên ku bi ajalan re seksê dikin an jî hezdikin, destdirêjî û hwd. Destpêka pirtûkê bi çîroka jineke Rodezya Bakur, bûyereke hiqûqê ye. Nivîskar heta dawîya berhemê jî weke hiqûqnasekî li dîroka çar hezar salî dinêre . Di vê proseya çar hezar salî de bûyerên pir ecêb çêbûne . Tiştek heye qet neguherîye ew jî serdestî ya “mêran” . Hemî mêr ne serdestin serdestî ya li vir ya “hiş” e. Patrîyarkalîzm /Baviksalarî . Çîrok û bûyerên berîya zayînê de bêtir Cihû, Misir , Yewnana kevn , Babîl , Sûmer û derdora wê hene . Piştê zayînê navenda pirtûkê vedigere Anatolîya û ewropayê . Li vir împaratorîya Romayê konaxa yekemîn e û piştre navenda wê diçe Ewropayê û li wir proseyeke dirêj heta sedsala bîstemên didome . Amerîka jî li vir konaxeke serbixweye . Di van konaxan de gelek bûyer çêbûne û darizandinên wan jî bi gelek êşên mezin çêbûne . Dîsan jî ew qedexe , êş, kuştin û qanûnan pêşî li arezûya mirovan negirtîye . Femînîzm an jî têkoşîna jinan hatîye asteke baş lê bi temamî problem çareser nebûne . Hîn jî li gelek deverên cîhanê jin weke kole tên dîtin û di şeş saliya xwe de tên zewicandin . Îro li gelek welatan zewaca LGBTQ+yan bi fermî tê kirin lê li gelek deverên cîhanê cezaya mirinê ji bo wan heye . An jî laşfiroşî qedexe be jî dewlet baca xwe jê digrin . Guneh , şerm , nexweşî , bêedebî , xirabî wê her bê gotin .



20.12.2022 01:41 | pirtûkhez

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» seks
» cezayir bağimsizlik savasinin anatomisi

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî