Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    6 mijar û 5 peyam
    kurdên ku fêhm dikin lê nikarin biaxivin

    kurdên ku fêhm dikin lê nikarin biaxivin

    6. tişteke ecêb e. mirov ji zimanekî fêhm bike û nikaribe bi vî zimanî biaxive, ji vê diyardeyê re dibêjin receptive multilingualism. ev yek multilingualismeke pasîf e. a aktîf jî heye. wê yekê re jî dibêjin productive multilingualism

    receptive multilingualism li hemû dinyayê tê dîtin. li ba kurdan, taybetî li bakur, bi mîlyonan kurd jê aciz in. rojeva me ya dehan salên dawî ye. ev halê kurdan ji ber zilm û zordariya îdeolojiya pûç a tirkiyeyê ye. ez pir li ber vê rewşa kirêt a bişaftinê dikevim. bi min wek nexweşiyek tê.

    di zaroktiya xwe de ez jî bi receptive multilingualismê ketibûm. yanî ez pirzimanekî pasîf bûm. axaftina min a bi kurdî qels bû. ez dibêm ji ber vê rewşê, kesayet û derûniya min jî qels bû. de were bêje min çi derd û nexweşiyên derûnî ji vê halê kişandiye. divê mirov ji yekî zana bipirse. (bnr: jan ilhan kizilhan)

    piştî demekê xwebixwe min biryara xwe da, min got ji min re zimanekî din, yekî xweş lazim e, ew ziman jî kurdiya kurmancî ye. heya ez hatim ser vê fikrê, zimanek nemabû min berê xwe bidaya: îngilîzî, zimanî osmanî, latînî, spanî, almanî, û hwd. îro deh salan zêdetir e ez ji aliyê pirzimaniyê de aktîf im. (bnr: productive multilingualism)



    08.01.2023 16:32 | mirovekirind

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    evsene
    dengdanên dawîn (yên din..)
    seks [1]
    Temenê min ji bo vê çalakiyê ne guncaw e.....
    peyvên ku kurd nikarin bêjin [3]
    (bnr: altmış) yanê şêsta tirkan. gerçî tirk jî wisa nabêjin. ew jî dib...
    eger te quran nexwandibe û tu tê negehiştibî hemû pirtûkên te virtepirt in [1]
    hin aqilmendê îsla-mîz-ê dibêjin.yekî ji min re jî got :eger tu quran ...
    kemalîzm [3]
    Wek peyvek dişibe kêmaqilîzmê. Navê îdeolojiyeke pûç e. Ne hewce ye mi...
    jibîrkirin [1]
    Qasê bîranînê tiştek baş e....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurdên ku naxwazin derbarê kurdbûnê de bibihîzin
    » fehm
    » les enfants terribles

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî